Amed ji Newroza dîrokî re amade ye 2021-03-20 13:45:54   AMED - Komîteya Amadekar a Newrozê diyar kir ku xebatên wan ên ji bo pîrozbahiya Newrozê temam bûne û ji Newroza dîrokî re amade ne.    Gelê Amedê dê sibê di 21'ê Adarê de li Parka Newrozê cejna Newrozê pîroz bikin. Newroz dê bi dirûşma "Em bi agirê Newroz li ber xwe bidin, bi ser bikevin" bê pîrozkirin. Pîrozbahî dê sibê saet di 10.00’an de dest pê bike. Komîteya Amadekar a Newrozê, li 17 navçeyên Amedê, bi tevlêbûna rêveber û parlamenterên HDP'ê gel û gel ziyaret kirin.    Komîteya Amadekar bernameya Newroza sibê aşkere kir. Îsal dê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mithat Sancar, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir, parlamenterên HDP'ê, nûnerên Komxebata Tifaqa Kurdistanî, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û nûnerên gelek partiyên siyasî amade bibin. Dê bi sedan rojnameger pîrozbahiya Newrozê bişopînin.    Li aliyekî Komiteya Amadekar xebatên Newrozê berdewam dikin, li aliyê din ziyaretên xwe didomînîn. Her wiha xebatên ku li Qada Newrozê dihat kirin temam bûn. Polîsan hezar metre dûrî Parka Newrozê barîyer danîn. Bi hezaran polîs dê li dora qada Newrozê cih bigirin. Dîsa ji bo ketina qada Newrozê dê 4 derî bên vekirin. Gel dê ji deriyê Zumrut Kent, Peyas, Rezan bi giştî ji 4 deriyan têkevin qada Newrozê.    Komîteya Amadekar a Newrozê li avahiya HDP'ê ya Yenîşehîrê daxuyanî da û daxistina 250 pankaran şermezar kir. Li ser navê Komîteya Amedakar a Newrozê Îrfan Soner û endama  Komîteya Newrozê Zelal Bilgin daxuyanî da. Zelal, ewil Kemal Kurkut ê di Newroza 2017'an de ji aliyê polîsan ve hat kuştin bibîr anî û wiha got: "Her guleyek ku berdan bedena tazî ya Kurkut, di heman demê de berdane gel. Dereng nêzîk dê hesabê vê yekê bê dayîn."    Zelal, da zanîn ku li ser destûrê pankart li kolanan vekirin û qeyûm bê destûr pankartên wan kom kirine. Zabitayên qeyûm ku vîna gel xezp kirine, dîsa bêyî hincet nîşan bidin nêzî 250 pankartên me daxistin. Lê gelê me dê sibê Qada Newrozê tijî bike û bersîva vê yekê bidin."    Serokê Komîteya Amadekar Îrfan Somer jî bi Kurdî axivî û xwest her kes bi coş û ruhê Newrozê dakevin qadan û Newrozê pîroz bikin.