Li Çewlikê gel ji bo pîrozbahiya newrozê ber bi qadê ve meşiya 2021-03-20 12:32:39     ÇEWLÎK - Gelê Çewlîgê ji bo tevli pîrozbahiya Newrozê bibe, ji serê sibê ve kom bi kom ber bi  qada Newrozê ve meşiya.    Îro li gelek navendan cejna Newroz tê pîrozkirin. Yek ji navendên ku Newroz lê tê pîrozkirin jî Çewlîg e. Li Çewlîgê bi hezaran welatî bi dirûşma “Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser bikevevin ji bo li Taxa Sarayê Cejna Newrozê pîroz bikin diherikin qada Newrozê. Girseya ku li Kolana Nexweşxaneyê kom bû, alên HDP'ê rakirin û li dora Agirê Newrozê govend gerandin. Girseya ku li qadê kom bû li dora agir bi stranên Kurmancî û Kurmançkî (Dimilkî) govendê digerîne. Girse bê navber dirûşmeya "HDP gel e, gel li vir e" berz dike.    Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya û Erdal Aydemîr dê axaftinan bikin û Hunermend Pinar Aydinlar û Azad Bedran dê stranan bêjin.    Meşa gel a ber bi qada Newrozê didome.