Berxwedana Şengaliyan 109 roj in didome 2021-03-20 11:01:42   ŞENGAL - Çalakiya ku xelkê Şengalê ya li dijî peymana Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê û ji bo xwedîderketina Asayîşa Êzidîxanê, di roja xwe ya 109’an de berdewam dike.   Berxwedana Şengaliyan ku li dijî peymana Bexda-Hewlerê di 2’yê kanûna 2020’an de li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê hatibû destpêkirin, di roja 109’an de didome. Çalakiya bi dirûşmeya, “Em hemû asayiş in” tê meşandin her roj bi komek nû tê meşandin. Her wiha bi sedan kes serdana konê berxwedanê dikin û destek didin.   Welatiyên Şengalê diyar dikin ku heya daxwazên wan pêkneyên ewê dev ji çalakiya xwe bernedin.