Li Mexmûrê koma 47'an greva birçîbûnê dewr girt 2021-03-20 11:00:53   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar de hatiye destpêkirin, îro bi merasîmekê koma 47’emîn çalakî dewir girt. Çalakiya greva birçîbûnê 93 roj li pêy xwe hişt.    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiyê ku di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribun. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê îro bi merasîmekê ji aliyê koma 47’emîn ve hat dewirgirtin. Çalakiya li wargeha Mexmûrê 93 roj li pey xwe hişt.   Li ser navê koma 46’emîn Papîr  Gundikremo axivî û wiha got: "Em jî xêrhatina we hemuyan dikin. Em bi navê komê bi taybet jî li ser navê wargehê Newroza 2021’an bi dil û can ew rihê ku di vê Newrozê de dîtî em serîde Newroza Rêber Apo pîroz dikîn. Em Newroza wan şoreşgeran pîroz dikin ku yên gotîn dewleta Tirk ya faşîst em xilas nebune,em li virin û em ê Newrozê pîroz bikin bi rihê Newrozê em ê bikevin sala nu û em ê vê salê li we reş bikin, em ji dil û can Newroza van şoreşgeran, van qehremanan pîroz dikin.    Bi navê we hemûyan pêşengên ku li zindanan greva birçîbunê dayîn destpê kirin Newroza wan ji dil û can pîroz dikin. Armanca çalakiya me ji ber tecrîta giran ya li ser Rêber Apo bi vê yekê gel hemû rabî li ser piyan û ci dibe bila bibe armanca me yeke ji ber Rêber Apo xeta me ya sore em bi tu awayî nahêlîn ku yek dest dirêjî li Serokê me biki. Em ê bi têkoşîn û berxwedaniyek hîn mezintir xwedî li rêberê xwe derkevîn”.    Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" û "Newroz li Rêber pîroz be" bi dawî bû.