Stenbol ji bo Newrozê amade ye 2021-03-20 10:28:18   STENBOL - Qada Yenîkapi ji bo pîrozbahiya Newroza ku dê bi dirûşma ,"Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" bê pîrozkirin amade ye û li bendê ye ku girse bikeve qadê.   Vê salê li Stenbolê qada Newroza ku dê bi dirûşma, "Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" Yenîkapi ye. Newroz li Stenbolê dê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku dirûşma wê ya sereke "Ji bo azadiyê em agirê Newrozê gûr dikin" bê pîrozkirin. Ji bo Newroza ku bi rojan e amadekariya wê tê kirin qada pîrozbahiyê amade ye.     Platform bi pankartan hat xemilandin   Derdora qada pîrozbahiyê bi bariyerên polîsan hat girtin, li qadê lêgerîna bombeyan hat kirin. Cihê ku platfrom lê ye bi parnkartên bi dirûşmên "Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin", Newroz raperîna Azadiya jina ne" û bi 9 zimanan "Newroz pîroz be" hat xemilandin.    Govendê dest pê kir   Girese dê ji deriyekî tenê bikeve qadê. Girseya ku ji bo bikeve qadê li ber derî rawestiya li ber erbanê govend gerand.    Herwiha ji aliyekî ve jî otobusên deryayê tu kes negirtin. Piştî ku otobusna tu kes negirt welatiyekî bertek nîşan da û got ev derî tenê li gel tên girtin û got ku ew ê îro qadê tijî bikin.    Bernameya Newrozê   Piştî ku girse bikev hundirê qadê dê bi rêzgirtinê bername bê destpêkirin, piştî wê dê Komîteya amadekar a Newrozê derkeve ser dikê û girseyê silav bike û dê bername bi axaftinan bidome.   Bername piştî axaftinan dê bi muzîk û govendê bi dawî bibe.