Bertekên li dijî AKP'ê: Hûn kujerên jinên hatin qetilkirin e 2021-03-20 10:03:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiye şûnde li ser medyaya civakî jinan bertek nîşan dan û gotin:"Hûn kujerên jinên hatin qetilkirin e."   Bi biryara serokkomar Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya. Tirkiye ji nava dewletên ev peyman îmze kirin a yekem bû. Piştî biryara vekişandinê li Rojnameya Fermî hat weşandin şûnde Serokê Têkiliya Serokkomartiyê Fahrettin Altun û Wezîra Xizmetên Civakî û Xebatê Zehra Zumrut Selçûk li ser hesabên xwe yên medyaya civakî twit parve kirin. Karhênerên medyaya civakî bertek nîşanî van parvekirinan dan.    Hinek bertekên li bin parvekirinên AKP'yiyan hatin dayin wiha ne:   "*Hûn kujerên jinên hatin qetilkirin e.   *Nêviyê civakê tune dibe. Hîn jî hûn dibêjin "jina bi hêz, tirkiyeya bi hêz".  #istanbulsozlesmesiyasatir    *We çima peyman fesh kir we ew negotiye jî. Em serkefitina we ji cinayetên jinan û tundiya li ser jinan dibînin jixwe.    *Hûn behsa têkoşîna çi dikin? Hûn li dijî mêrên jinan dikujin tiştekî nakin. Tenê hûn mêrtiya xwe li vir nîşan didin.    *Tu hem ji peymanê vekişe hem jî bêje em 'têdikoşin'. Hûn ne li dijî tundiya li ser jinê hûn li dijî jinê têdikoşin.    *Dema me gotibû cinayetên jinan polîtîk in. Hinekan fam nedikir. Niha we fam kiriye. Ev rêya paşveçûnê ye. Ez hêvî dikim bila bibe dawiya we. #istanbulsozlesmesiyasatir   Jin li tirkiye û herêmê ji bo bertekê nîşanî vê biryarê bidin xwe amade dikin ku derkevin derve.