‘Îdareya girtîgehê soza xwe negirt’ 2021-03-20 09:17:01   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Li girtîgeha Jinan a Şakranê, li dijî serdegirtina koguşan ku pirtûk hatin desteserkirin girtî ketin grevê û grev didome. Dayika girtiya bi navê Dîdem Akman, Zulfiye Akman got îdareya girtîgehê soza xwe negirtiye.   Li girtîgeha jinan a Şakranê bi ser koguşan de hat girtin û pirtûk hatin desteserkirin. Li dijî vê girtiyan çalakî pêk anîn. Li gorî agahiyên ji malbatên çûne hevdîtinê hatiye girtin, sê hefte berê bi ser koguşa A-6 hatiye girtin û pirtûk hatine kontrolkirin. Rojên piştî vê bi ser koguşan de hatiye girtin û pirtûk hatine desteserkirin. Li ser vê girtiyên koguşên wan hatine serdegirtin her nîv saetê carê çalakiya dengderxistinê pêk tînin.   Girtiya bi navê Dîdem Akman di 18’ê Sibata 2020’an de bi armanca şertên wan bên başkirin ketibû greva birçîbûnê û piştre grev veguhertibû rojiya mirinê. Daxwazên wê hatibûn qebûlkirin û 11’ê îlona 2020’an de bi dawî kiribû. Dayika Dîdemê, Zulfiye Akman got girtîgehê soza xwe neaniye cih.   Çalakiya dengderxistinê dikin   Zulfiyeyê got girtîgehê derbarê başkirina şertan de soza xwe neaniye cih û got: “Pirtûkan nadin. Heta sibehê li deriyan dixin. Kantîna derve qedexe kirine. Kovar tune ne. Berê ji pirtûkfiroşê li Karşiyaka dihat girtin. Lê niha nahêlin malbat jî bibin. Abonetiyê jî qebûl nakin.”   Soza xwe neanî cih   Zulfiyeyê destnîşan kir ku hemû pirtûk di bin kontrola îdareyê de derbas dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelo nav çar dîwaran de kovar pirtûk neyên xwendin wê dem çawa derbas be. Kanalên televîzyonê hemûyî nikarin temaşe bikin. Ez çûm cem dozger. Min got ‘li nexweşxanê we soz da we got em şertan baş dikin.’. Min ji midûr re got divê keça min carek din nekeve vê rewşê. Min nedidît, nikaribû bimeşeiya. Min got hûn van şertan baş nekin ez ê hemûyî bidim bihîstin.”   ‘Ew neçarin bijîn’   Zulfiyeyê daxuyakirin ku dozger gotiye ku Dîdem mijarê mezin dike, kovar bi xeter in û ev tişt bi lêv kir: “Ger pirtûk û kovar tunebin wê çawa dem derbas be. Salnameyê jî nadin. Dibêjin du mehan carê bi koliyê pirtûkan bişînin. Ew di hefteyekê de wan pirtûkan dixwînin. Mafê we tune hûn mafê wan xesp bikin. Di rewşa girtîgeh soza xwe neyne cih de wê ji nû ve rojiya mirinê dest pê bike. Şertên wan giran e. Keça min hesretê her tiştî ma. Îşkenceyê li wan dikin. Ne şinahiyek ne ezmanek ne çûkek. Ne sohbetek ne pirtûkek. Gelo wê kî yê van qebûl bike?”