Pêkhateyên HDP’ê: Di girtina partiyan de encama dixwestin negirtin 2021-03-20 09:16:06   STENBOL - Hevseroka giştî ya SYKP’ê Canan Yuce nîqaşên girtina HDP’ê nirxand û got ji avabûna komarê heta niha destilatdariyên cuda û darbekaran li hember muxalîfan komkujî, suîkast, darvekirin, surgun pêk anîne û partî girtine, lê tevî hemû êrîşan bi ser neketine. Hevberdevka Partiya Çep Kesk Eylem Tuncaelî jî daxuyakirin ku astengiya herî mezin a li pêş AKP’ê HDP ye.   Bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) doz hat vekirin û bi îdiaya yekitiya dewletê xera dike îdianame hat amadekirin û îdianame şandin Dadgeha Bilind û der barê 635 kesên navê wan di îdianameyê de derbas dibe jî 5 sal qedexeya siyasetê anîn.   Ligel zext, êrîşên li hember HDP’ê, xistina parlamenteriyê, niha jî girtina wê di rojevê de ye. Ji pêkhateyên HDP’ê Hevseroka giştî ya SYKP’ê Canan Yuce û Hevberdevka Partiya Çep Kesk Eylem Tuncaelî mijar nirxandin û diyar kirin ku ji 1923’nan heta 2021’ê bi dehan partî hatine girtin lê pêşî li têkoşînê nehatiye girtin.   ‘Mafê bi mîlyonan welatî hat xespkirin’   Eylemê bertek nîşanê xistina parlamenteriya Omer Faruk Gergeroglu da û got li cihê ku hiqûq û demokrasî hebe, ne parlamenterî tê xistin, ne qeyûm tê tayînkirin ne jî şaredar ji peywirê tê girtin. Eylemê ev tişt anî ziman: “Ji ber vê jî êrîş li hember destnedana kursiyê ya ku esasa demokrasiyê ye. Bifkirin li vî welatî parlamenter jî fikra xwe bi awayekî azad nikarin bêjin. Ya dawî li peywira kesekî hatiye hilbijartin bîne, ancax sindoq in. Bi hincetên vala xistina parlamenteriyê, tiştekî ecêb e. Mafê bi mîlyonan kesî hatiye xespkirin.”   ‘Bêguman astengiya herî mezin a li pêş AKP’ê, HDP ye’   Eylemê di berdewamiyê de destnîşan kir ku HDP di zemîna siyaseta demokratîk de polîtîkayê diafirîne û wiha berdewam kir: “Bêguman astengiya herî mezin a li pêş AKP’ê, HDP ye. Di hilbijartinên herêmî de HDP’ê bi AKP’ê hêz da windakirin. AKP ya ku di hilbijartinan de bi ser nexist, serî li rêbazên bi vî rengî dide. Bi hevkariya çapemeniyê jî krîmînalîze dike.”   ‘Heman sahne ji bo HDP’ê tê jiyîn’   Canan Yuce jî bertek nîşan da û got heta niha li Tirkiyeyê gelek partî hatine girtin û niha jî HDP heman sahneyê dijî û got: “AKP divê baş bizane ku dozên girtina partiyan dozên dijdemokratîk in û di dîrokê de rê li ber çi vekiriye. Li partiya Refah, Fazîlet û AKP’ê jî dozên girtinê hatin vekirin. AKP ya ku demekê mexdûr bû niha jî zalim e. Ne alî polîtîk de ne jî alî sosyalojîk de vegotina vê tune.”   ‘Ji 1923’an heta 2021’ê têkoşîn nehat astengkirin’   Cananê bi lêv kir ku ji roja komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heta niha desthilatdariyên siyasî û darbekaran, serî li suîkast, komkujî, darvekirin, surgun û qedexeyan daye, lê van rêbazan berxwedan neqedandiye. Cananê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu aliyekî AKP’ê yê bi norma destûra bingehîn, qanûnîbûn û demokratîkbûnê bê nirxandin nemaye. Tu vegotina pêkanînên dijdemokratîk a qanûnî tune. Hiqûq ne bi qanûnan bi talîmatan pêk tê. Daxuyaniyên wan yên ‘reforma hiqûqê’ jî vala derdikevin. Hêzên ku di sindoqan de bi ser naxîne bi dijhiqûqî, zext û çewisandinê hewl dide teslîm bigire. AKP ji rewşa me ya giştî ya niha berpirs e. Divê muxalefet êdî hişê xwe bide serê xwe. Divê ji AKP-MHP’ê dûr bikeve. Divê gelên Tirkiyeyê, kedkar, jin, ciwan, cotkar, LGBTÎ xwedî li HDP’ê derkevin.”