Malbatên girtiyan: Bi awayekî kêfî bi ser koguşan de digirin 2021-03-20 09:15:14   AMED - Malbatan diyar kirin ku li girtîgeha Tîpa D ya Amedê bi awayekî kêfî bi ser koguşan de tê girtin û got ew vê zilma tê kirin qebûl nakin û ewlehiya canê zarokên wan tune ne.   Li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê zext û pirsgirêk zêde bûne. Bêdengiya li dijî bangên malbat û rêxistinên civaka sivîl jî didome. Yek ji van girtîgehên ku pirsgirêk lê tên jiyîn girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye. Malbatên girtiyên bi navê Yusuf Boz û Omer Atalay diyar kirin ku bi awayekî kêfî bi ser koguşan de tê girtin lêgerîn tên kirin û gotin ew ji ber rewşa zarokên xwe bi fikar in.   ‘Wisa bidome em ê li malên xwe rûnenin’   Dayika Yusuf Boz, Meymenet Boz, daxuyakirin ku di hevdîtina dawî de moralê kurê wê qet nebaş bûye û got ew ji ewlehiya canê girtiyan bi fikar in. Meymenetê wiha berdewam kir: “Her tim bi ser koguşan de digirin û pirtûk û alavên taybet tên desteserkirin. Kurê min pir kîlo dabû. Jixwe nav çar dîwaran de ne, gelo wê hîna çiqas veguherînin zindanê. Em di salên 80’ê de najîn. Em van qebûl nakin. Wisa bidome em ê li malên xwe rûnenin.”   ‘Gelo wê çi di koguşan de bin?’   Meymenetê her wiha destnîşan kir ku tu dayik vê zilm û zextê wê qebûl neke û ev tişt anî ziman: “Kezeba me dişewite. Em vê zilmê teqez qebûl nakin. Hevalên zarokên dema li derve dilîstin we zarokên me xistin zindanan. Gelo wê çi di koguşan de hebe, wê çi bikaribin veşêrin. Jixwe ev saleke hevdîtina vekirî çênebûye. Tevî vê bi ser koguşan de digirin. Ez bang li dayikên din jî dikim. Em bên gel hev û vê qebûl nekin.”   Meymenetê di dawiyê de bi lêv kir ku kurê wê sewqî girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa T ya Amedê hatiye kirin û banga hestiyariyê kir.   ‘Êdî bes e’   Dayika Omer Atalay, Senîha Atalay jî bertek nîşanê mijarê da û diyar kir ku bi ser koguşan de digirin û her tim girtiyan nerehet dikin. Senihayê berteka xwe bi van gotinan anî ziman: “Divê hemû dayik rabin ser piyan û ji ber deriyên girtîgehan veneqetin. Madem dayikên li ber avahiya HDP’a Amedê rûniştine, dayikin bila bên em dest bidin hev û em biçin ber girtîgehê, em dawî li vê zilmê bînin. Ji vê zilm û heqeretê re êdî bes e. Bila dayik rabin ser piyan.”