Partiyên Herêma Federal a Kurdistanê piştgirî dan HDP’ê 2021-03-19 16:49:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dehan kesayet, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî yên Herêma Federal a Kurdistanê serdana Nûnertiya HDP ya li Hewlêrê kirin û piştevaniya xwe anîn ziman.    Her ku diçe li dijî zext û hewldanên girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bertek û nerazîbûn zêde dibin. Di vê çarçoveyê de bi dehan kesayet, rewşenbîr û nûnerên Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê, Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu), Hizba Sosyalista Demokrasta Kurdistanê, Bizûtneweya Demokrat a Gelê Kurdistanê, Partiya Parêzgeranî Kurdistanê û Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK) serdana Nûnertiya HDP ya li Hewlêrê kirin. Di serdanê de civîna çapemeniyê hat lidarxistin.    Di civîna çapemeniyê de bal kişandin ser helwesta AKP û MHP'ê ya li hemberî kurdan. Herwiha di civîna çapemeniyê de bang li hêzên Herêma Federal a Kurdistanê hat kirin ku piştgiriya HDP’ê bikin û hat diyar kirin ku heke HDP bi hêz be wê têkoşîna kurdan jî bi hêz be. Her wiha derbarê mijarê de ji Yekîtiya Ewropayê re jî bangewazî hatin kirin.