Ji bo tevlîbûna Newroza Amedê bang 2021-03-19 16:36:50   AMED - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Amedê daxuyaniyek da û banga tevlîbûna Newrozê kir.    Komîteya Amadekar a Newrozê ya Amedê derbarê pîrozbahiya Newrozê de daxuyaniyek da û diyar kir ku amadekariyên pîrozbahiyê bi dawî bûne. Li Amedê Newroz dê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin bi ser bikevin" bê pîrozkirin.    Ji Komîteya Amadekar Zelal Bîlgîn, da zanîn ku hemû amadekarî hatin kirin û got: "Xebatên me yên amadekariyê bi dawî bûn. Em bang li gelê xwe dikin ku dema hatin qadê bila kodê xwe yê HES'ê nîşan bidin. Ji ber pandemiyê hewceye ku ev kod bê nîşandan. Her wiha em carek din bang li gelê xwe dikin tevlî pîrozbahiyê bibin."   Îrfan Soner jî da zanîn ku dê 21'ê Adarê agirê Newrozê geş bibe û wiha axivî: "Em ê bi coş û heyecanek mezin Newroza xwe pîroz bikin. Her wiha em ê li qadê amûrên dezenfektan û maskeyê belav bikin. Ji bo tenduristiya gelê xwe çi ji destê me bê em ê bikin. Em bang li gelê xwe dikin bila bi hestiyar bin. Em ê li qada Newrozê bi dirûşmên xwe sekna xwe nîşan bidin."