Buroya Hiqûqê ya Asrinê serî li CPT'ê da 2021-03-19 13:06:30   STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji ber îdîayên têkildarî muwekîlê wan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin weşandin serî li CPT'ê da.    Buroya Hiqûqê ya Asrinê, piştî ku îdîayên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li medya civakî hatin weşandin, doh serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Di serlêdanê de hat ragihandin ku têkildarî heman îdîayê malbat, wasî û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dan ji bo karibin tavilê hevdîtinê bikin, lê belê serlêdanên ji bo hevdîtinê nehatine qebûlkirin.   Di daxwaznameyê de hat bibîrxistin, piştî hevdîtina malbatê ya 3'yê adara 2020'î û axaftina bi telefonê ya 27'ê nîsana 2020'î, tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin û wiha hat gotin: "Hem qutkirina pêwendiya wî bi derve ve, hem şert û mercên pandemiyê ku gefeke jiyanî ye, hem jî îdiayên cidî yên dawî li ser jiyana wî hatin kirin, em malbat û parêzerên wî xistine nava fikarên cidî. Bi van hincetan di 15'ê adarê, 16'ê adarê, 17'ê adarê û 18'ê adarê de li pey hev ji bo hevdîtinê serlêdan hate kirin, lê bersiv nehatiye dayin."   Di daxwaznameya serlêdanê de wiha hat gotin: "Ya ku divê lê bê pirsîn şert û mercên tecrîdê ye, ku dibe sedema belavbûna nûçeyên bi vî rengî. Rejîma Îmraliyê rejîmeke awarte ye. Qutkirina pêwendiya bi derve re, yek ji kiryarên li derveyî mirovahiyê û îşkenceyê ye. Lewma, heta ku em yekser rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan nebînin wê fikarên me bi dawî nebin. Nepêkane ku nûçe û îdîayên bi vî rengî ji rêzê bêne dîtin.   Lê belê li pêşberî vê rewşa dawî ya girîng, ji bo bidawîkirina fikaran divê malbat û parêzer karibin biçin serdanê û Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din. Ji bo vê jî em bang li we dikin ku tavilê bi erka xwe rabin."