Çalakiya Emîne Şenyaşar a 'Adaletê' di roja 11'emîn de ye 2021-03-19 12:43:43   RIHA - Çalakiya Emîne Şenyaşar a bi daxwaza  "Edaletê" ku li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin di roja 11'emîn de li gel astengiyan berdewam dike.   Di hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz bi xizm û parastvanên xwe êrişî malbata Şenyaşar kir. Di êrişa ku li dikana malbata Şenyaşar û nexweşxaneyê pêk hat de Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar jiyana xwe ji dest dan. Hevjîna Haci Esvet Şenyaşar, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku di êrişê de birîndar bûbû li dijî vê bi daxwaza “edaletê” li ber edliyaya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar  di roja 11’emîn de didome.   Emîn û Ferît ê ku di roja 5'emîn a çalakiya wan de derxistin dervê edliyê, duh piştî serdana heyeta CHP'ê, ji aliyê polîsan ve careke din bi hinceta "Li tevahiya Rihayê li avahiyên fermî yên dewletê çalakî qedexe ne" çalakiya wan hat astengkirin.   Vê sibehê li gel astengiyan Emîne û Lawê xwe Ferît Şenyaşar li ber bariyerên edliyê nobeta xwe ya "Edaletê"berdewam kirin.