Ji bo Emîne Şenyaşar banga piştevaniyê: Divê demildest tiştek bê kirin 2021-03-19 12:19:37     RIHA - Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza "edaletê" di 9'ê Adarê de ji aliyê Emîne û Ferît Şenyaşar hat destpêkirin didome. Jinên Rihayî yên têkildarî mijarê axivîn anîn ziman ew li gel Emîneyê ne û gotin divê hemû kes piştigiriyê bidin Emîneyê.    Di çarçoveya xebatên hilbijartinên giştî yên di 2018'an de li Pirsûsa Rihayê  ji aliyê Parlamenterê AKP'ê  Îbrahim Halil Yildiz, xizmên wî û parêzvanên wî Esvet Haci Şenyaşar û zarokên wî Celal û Adil Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Her wiha Fadil Şenyaşar ê ji heman malbatê jî hatibû girtin.    Ji ser qetilkirina Esvet Haci Şenyaşar û zarokên wî Celal û Adil Şenyaşar ev 3 sal derbas bûn û hîn jî bersûc nehatine cezakirin. Li ser vê yekê çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza "edaletê" di 9'ê Adarê de ji aliyê Emîne û Ferît Şenyaşar hat destpêkirin didome. Çalakiyê 10 roj li dû xwe hişt. Do Emîne û Ferît negirtin edliyeyê û çalakiya wan hat astengkirin.    Li Rihayê jinan anîn ziman ew li gel Emîneyê ne û got divê ji her alî jin piştigiriyê bidin Emîneyê.    'Tenê tiştê Emîneyê dixwaze edalet e'   Kedkara malê Revşen Îbrahîm (27), da zanîn ji vê êşa hatiye jiyîn divê hemû mirovatî fedî bike û wiha got:"Hevjîn û zarokên Emîneyê li çavên wê hatine kuştin. Wekî dayik dema min ev bihîst ez gelekî xemgîn bûm. Dayikek tu carî êşeke wiha heq nakin. Emîneyê ev rojane li ber edliyeyê rûdînê û tenê tiştê Emîneyê dixwaze edalet e. Divê demildest ji bo wê tiştek bê kirin."   'Divê hemû kes piştgiriyê bidin'   Merve Yildiz da zanîn ku kujer hîn li derve ne û wiha got:"Emîneyê li wir nikare tena serê xwe parastinê bike. Divê hemû kes ji bo bihîstina dengê Emîneyê di nava hewildanê de be."   'Divê jin nîşan bidin ku ew li gel Emîneyê ne'   Sevgi Çapun da zanîn ku divê edalet bê cih û wiha domand:"Dema min tiştên Emîneyê jiya bihîst dilê min êşiya. Dibe ez wê êşê hês nekim lê belê ez fam dikim. Divê jin nîşan bidin ku ew li gel Emîneyê ne."   'Bi awayekî hovane ev bûyer qewimîn'   Gulcan Arda da zanîn mafekî xwezeya ku Emineyê çalakiyê dike û wiha got:"Divê hemû kes li dû edaletê bimeşe. Divê edalet pêk bihata û hewcedarî tune ba ku Emineyê biçe. Divê edalet pêk bê. Em kes nikarin tiştên wê dayikê jiyaye em hês bikin. Em sebirê jê dixwazin.  Bi awayekî hovane ev bûyer qewimîn."   'Ez rêzê ji bo çalakiya Emîneyê nîşan didim'   Bêrîvan Ayata da zanîn ew ji ber rewşa Emîneyê gelekî xemgîn e û wiha got:"Berê min digor ev bûyer ew ê bê ronîkirin lê belê ji ber tiştên hatiye jiyîn êdî ev baweriya min nema. Ez rêzê ji bo çalakiya Emîneyê nîşan didim. Ez dibêjin bila Emîne li wir zêde nesekine ji ber li cihê edalet lê tune ye sekinandin ne rast e."