Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serldan kirin 2021-03-19 12:16:46   STENBOL - Parêzer, malbat û wasiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi daxwaza "Hevdîtina lezgîn" cardin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mazlum Dinç, Raziye Ozturk, Îbrahim Bîlmez û Newroz Uysal, piştî îdiayên der barê tenduristî û ewlehiya Ocalan de pêş ketin, bi daxwaza "Hevdîtina lezgîn" cardin serî li Serdozgeriya  Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin biçin Îmraliyê. Parêzeran, bi heman armancê ji bo bi Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re jî hevdîtinê bikin, serî li dozgeriyê dan.   Di heman demê de, parêzeran ji bo ku birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dinç, birayê Omer Hayri Konar Ali Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysi Aktaş Melihe Çetin biçin Îmraliyê û hevditin bikin serlêdan kirin.   Parêzeran xwest bi baldarî û lezgînî serlêdanên wan bên dest girtin û ev daxwazên wan tavilê bên qebûlkirin. Parêzeran anîn ziman ku mabatan herî dawî di 3'ê adara 2020'an de hevdîtin kiribûn, birayê Ocalan jî herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'an de bi telefonê bi Ocalan re hevdîtin kiriye.    'Serlêdan hatin astengkirin'   Parêzeran di daxwaznameyên serlêdanan de wiha gotin: "Mabatan herî dawî di 3'ê Adara 2020'an de hevdîtin kiribûn, birayê Ocalan jî herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'an de bi telefonê bi Ocalan re hevdîtin kiriye. Ji wê demê heta niha hemû daxwazên me hatin redkirin." Parêzeran destnîşan kirin ku hemû serlêdanên wan li dijî hiqûq û destûra bingehîn hatine astengkirin.    'Divê parêzer û malbat biçin hevdîtinê'   Parêzeran bal kişand ser rapora  CPT'ê û xwest tecrîda demdirêj û giran, şertên girtîgeha Îmraliyê li ber çavan bê girtin û mafê hevdîtinê bê dayîn. Parêzeran herî dawî bi bîr xistin ku di 14.03.2021'an de li ser înternetê agahî û îdîayên pêş ketin ew xistine nava fikaran û ji ber vê yekê xwest teqez û bi lezgîn parêzer û malbat biçin Îmraliyê û rû bi rû hevditinê bikin.