Menîce Gulmez ya siyaset lê hat qedexekirin: Kurdbûn û Kurdistanîbûn e 2021-03-19 10:14:09     Hîkmet Tunç   WAN - Yek ji kesên ku siyast lê hat qedexekirin jî Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Mirov û Azadiyan Menîce Gulmez e. Menîce diyar kir ku ew ne endama HDP'ê ye lê li wê jî siyaset hatiye qedexekirin û got ku armanc ji qedexeyê "Kurdbûn û Kurdistanîbûn e."   Bi serlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re heta 5 salan li 687 kesî siyaset hat qedexekirin. Bertekên li hemberî qexekirina siyasetê li hesan her ku diçe zêde dibin. Yek ji kesên ku siyast lê hat qedexekirin jî Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Mirov û Azadiyan Menîce Gulmez e.  Menîce diyar kir ku mesele ne endamtiya HDP'ê ye mesele kurdbûn û Kurdistanîbûn e.   'Dixwazin Gelê Kurd ji kurdbûna xwe dûr bikeve'   Menîceyê diyar kir ku elqeya girtina HDP'ê bi sucdarkirinê tune ye û got ku vê mirov dikare ji xistina parlamenteriya Omer Farok Gergerlî Oglu jî bibîbne. Menîce diyar kir ku bi vê helwetê dixwazin rê li ber yekitî û netewbûna Gelê Kurd bigirin.   'Ji navê min ê di lîsteyê de jî diyar e ku mesele ne HDP ye'   Menîce anî ziman ku sedema tundî û qedexeyan krîza ku AKP -MHP di siyasetê de dijîn e û ev tişt got, "Îqtîdar her ku dikeve zoarê bi darbe û tundiyê berê xwe dide Gelê Kurd. Ev jî ji bilî operasyona xwe rizgarkirinê wêdetir tu tiştekî din nîne.  Ev bi sala ye wiha berdewam dike. Her ku dikevin zorê kurdan bi kar tînin. Hebûna min a di listeya qedexeyê de jî dide diyarkirin ku mesele ne HDP ye. Ez ne endama HDP'ê me û tu carî jî nebûme endama wê. Lê di lîsteya qedexeya siyasî de ez jî cih digirim."   'Ger ku tu bibêjî ez kurd û Kurdistanî me ev ji bo wan xeter e'   Menîce wiha berdewam kir, "Tune HDP'yî bî jî ger ku tu bibêjî ez kurd im, Kurdistanî me, wekheviyê dixwazim û ji wan netirsî tu ji bo wan xetere yî û divê her tişt li te bê qedexekirin .Tenê sucê min ku xuda ez kurd dame û ez dibêjim ez kurd im. Tu vegotineke din a vê mijarê tune ye. Bi taybetî jî ger ku tu xedî bawerî bî û te amûrê baweriyê ji dest wan girtibe xeterbûna te zêde dibe."   'Ez ê têkoşîna xwe ya ji bo zanîna neteweyî bidomînim'   Menîce diyar kir ku tu paldankên wan ku winda bikin tune ne û got, " Em ne xwedî makam û cihin jî û em siyasetê ji bo tiştên wiha jî nakin. Em siyasetê ji bo nûnertiya gelê xwe dikin. Em ne di fikra ku siyaset tenê li meclisê tê kirin de ne. Em ê li taxa xwe, li kolana xwe siyaseta xwe bidomînin û zanîna neteweyî ya gelê xwe pêşve bibin. Dema ku em siyasetê nekirin ewm tu sarayan winda nakin. Lê gelek tiştên ku ew winda bikin hene û mahkumê windakirinê ne."