Dêrsim Dag: Bi coşa 8'ê Adarê dê tevlî Newrozê bibin 2021-03-19 09:30:57     Şehrîban Aslan   AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag diyar kir ku ew ê bi gelek daxwazan Newroza 21'ê Adarê pêşwazî bikin û wiha got: "Em ê li qada Newrozê biqêrin û bibêjin em tecrîdê qebûl nakin û em ê ji bo jiyaneke azad û siberojeke ronî biqêrin."   Jinên ku ligel astengî û zextan di 8'ê Adarê de daketin qadan û li dijî şîdet, taciz, tecawiz û kuştinê bertekên xwe anîn ziman. Jinên kurd niha ji bo Newrozê xwe amade dikin. Jin dê li dijî polîtîkayên şer ên taybet dê dakevin qadan. Parlamentera Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) ya Amedê Dêrsim Dag, derbarê pîrozbahiya îsal de ji ajansa me re axivî.    'Li hemberî ciwanan polîtîkayên şer ên taybet didomin'   Dêrsim, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kuştina jinan û got: "Di sala 2021'an de 500 jin hatin kuştin. Di wan rojan de jî AKP'ê zanîngehên jinan xist rojeva xwe. Bi zanîngehan dixwazin jinan ji civakê dûr bixin. Bi zanîngehan li gorî fikr û feraseta xwe jinek biafîrînin, hevjîneke bi perwerdê, hevjîna ku aboriya malê baş bi rêvedibe û dayika ku herî baş. Her wiha mijara Îpek Er jî divê neyê jibîrkirin. Îpek Er piştî ku bi tecawiza Mûsa Orhan re rûbirû ma dawî li jiyana xwe anî. Mûsa Orhan bi saya polîtîkayên heyî serbest ma û wê tiştî jî baş bikar anî jî û bi gotinên xwe jî wî tiştî teqes kir. Rewşa Gulistan Doku jî ji encama polîtîkayên şer e û jinên ciwan bi polîtîkayên şer ên taybet re rûbirû ne."   'Di pêvajoya herî zehmet de jin dengê xwe bilind kirin'   Dêrsim, da zanîn ku jinên ciwan îsal bi dirûşmên “Gulîstan Doku li kû ye?”, “Mûsa Orhan bila bê girtin” û “Kujerên jinan bila bên darizandin" daketin qadan. Dêrsim wiha axivî: "Ligel her cûreyên êrişan îsal bêtir têkoşîna azadiya jinan mezin bû. Di pêvajoya pandemiyê de kesek nedikarî derkeve derve lê em jin derketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman. Îsal di 8'ê Adarê de jî jin daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman."    Dêrsim, di dawiya axaftina xwe de bangewaziya tevlîbûna pîrozbahiyên Newrozê kir û got: "Jinên ciwan bi hêzek mezin tevlî 8'ê Adarê bûn û dê bi vê hêz û coşê dê tevlî Newrozê jî bibin. Em ê di Newrozê de azadiyê biqêrin û bêjin em tecrîdê qebûl nakin."