Jinên hepsa malê nas nakin: Me zincîra koletiyê şikand 2021-03-19 09:07:30     STENBOL - Jinên ku hepsa malê nas nakin diyar kirin ku ev polîtîkayeke serîtewandinê ye û got: “Me got ev xeleka dawî ya zincîra koledariyê ye. Me xwest em bişkînin. Me îro ev kelepçe avêtin sibehê em ê bi şoreşa jinê re hemû serdestiya mêr têk bibin.” Jinan banga xwedîderketinê li hemû jinan kir.   Di protestoyên Berxwedana Bozgazîçî ya 1’ê Sibatê de û di deklerasyona Hêza Têkoşîna Yekbûyî ya 4’ê Sibatê de jinên hatibûn binçavkirin rastî cezayê hepsa malê hatibûn. Ji Rizgariya Jinan Burcugul Çubuk, ji Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Gamze Oztoprak, ji Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Hîvda Selen ku cezayên hepsa malê lê hatibûn birîn, di 8’ê Adarê de gotin ‘Em ne di hepsa malê de em di nava serhildana femînîst de ne’ û gotin ew hepsa malê nas nakin, di meşa Şevê ya Femînîst de kelepçeyên elektronîk derxistin. Jinên biryara hepsa malê nas nekirin diyar kirin ku ev biryarek polîtîk e û di xeta têkoşîna rewa ya fîîlî de hespa malê red dikin.   ‘Kontrola edlî hemû mafên me ji destên me digirin’   Burcugulê der barê mijarê de got: “Ji bo jinan derketina ji malê wek têkoşînê ye. Hepsa malê êrîşek li dijî têkoşînê ye. Mal qada koletiyê ya patrîarka ye. Bi qanûnê re dayîna hepsa malê di esasê de têkiliya navbera patrîkarkal- kapîtalîzm û faşîzmê zelal dike. Em dikarin ji bo vê mînakan bidin. Lê hepsa malê pir şênber e. Hemû mafên me ji destên me digirin. Hepsa malê ya herî tund e.”   ‘Me rewabûna xwe li ser mafdariya xwe da nasîn’   Burcugulê destnîşan kir ku dema hepsa malê girtine bi tehdîda dadgehê ya weke ‘hûn binpê bikin em ê we bigirin’ hatine rû hev û wiha pê de çû: “Me girtin da ber çavan û me hepsa malê nas nekir. Hepsa malê teşeyê tecrîdê ya veşartiye. Dema ji bo îmzeyê hatin malê min got ez hepsa malê red dikim. Dewlet bi hepsa malê dibêje wê berxwedanê bisekinin. Dibêje wê berxwedan mezin nebe û dewlet niha tiştek nekiriye. Em xeta xwe ya rewabûnê ne di xeta faşîzmê ne jî di patrîarkayê de ava dikin. Me rewabûna xwe li ser mafdariya xwe da nasîn.”   ‘Li dijî koletiyê em serî natewînin’   Burcugulê bi lêv kir ku hepsa malê zêdetir li ser jin û kesên LGBTÎ pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em xeleka dawî ya zincîra koletiyê ye. Me xwest em bişkînin. Hepsa malê tê wateya ku em gardiyaniya xwe bikin. Me got bijî serhildana femînîst û em derketin qadan. Em îro hepsa malê bi awayekî xurt şûnde neşînin wê ya hîn bêtar bê. Divê ev polîtîkayên koledariyê bihata şikandin. Me got em bêdeng nemînin. 8’ê Adarê jî di vî alî de roja herî rast bû.”   ‘Ji bo pêşî li têkoşîna jinan bigirin wisa kirin’   Gamze Toprak jî bi lêv kir ku divê kelepça elektronîk li mêrên gumanbarê şîdetê bê xistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber me li kolanê siyaset kir em hedef hatin girtin. Ji bo pêşî li têkoşîna me bigirin lingên me zincîr dikin. Me zincîr li qadên 8’ê Adarê ji lingên xwe avêtin. Ji ber dewleta faşîst em anîn asta ku nikarin siyasetê bikin. Hiqûqa xwe jî nas nakin. Ez tevlî her 8’ê Adarê dibûm. Ev 8’ê Adarê ji bo min wateyek wê ya taybet hebû. Ji ber dewletê ez hepsê malê kiribûm. Lê min berovajî vê kir û ez çûm qadê. Em jinên komunîst di îdiaya pêkanîna şoreşa jinê de ne. Îro di bin qilifê qanûnê de faşîzm hewl dide me bê bandor bihêle.Lê me jinan got na û em qanûnîbûnê nas nakin.”   ‘Cihê kelepçeyan ne lingên me ne’   Hîvda Selen jî daxuyakirin ku ji alavên kelepçeyê reklam tên dayîn û got di vir de jî ranta bazirganiyê tê kirin û ev tişt anî ziman: “Di pêvajoyê de polîtîka tê xwestin bê kirin me zelal dît. Ev jî yek ji sedema ku me biryar red kiriye. Her tim zincîran li lingên jinan dikin. Me kelepçe red kir û me xwest em nîşan bidin ku divê li lingê kê bikeve. Sedema tercîhkirina me ya 8’ê Adarê jî ev bû. Cihê van kelepçeyan ne lingên me ne. Me bi têkoşîna rewa ya fîîlî bersiv da faşîzmê. Me dawî li hepsa malê anî û em çûn cem jinan. Me girtin da ber çavê xwe em çûn. Dema me kelepçe derxist me xwe gelek xurt hîs kir. Em pêşî li biryara hepsa malê negirin wê herkes bê hepskirin. Me encama vê da ber çavên xwe. Divê her kes xwedî li çalakiya me derkeve.”