‘Em ê bersiveke xurt bidin kesên êrişî HDP'ê dikin’ 2021-03-19 09:06:37     Medya Uren   MÊRDÎN - Jinên siyasetmendar ên HDP’yî li dijî girtina HDP’ê û qedexeya siyasî ya li ser siyasetmendaran berteka xwe nîşan dan û wiha gotin: “Dibêjin qey wê bi qedexe û astengiyan me bêdeng bikin. Lê em ê li vir bin û ji wan êrişan re bibin bersiv.”   Di 17’ê Adarê de darbeyeke siyasî pêk hat. Serdozgeriya Komarê yê Dadgeha Bilind ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê girtin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Wekîltîya parlamenterê HDP’ê Omer Faruq Gergerlîoglu hat xistin û li rex wê Hevserokên giştî yên niha û kevin di nav de derbarê 687 kesan de qedexeya siyasî hat xwestin.   Jinên siyasetmendar ên  Mêrdînê têkildarî êriş û gefên li ser HDP’ê berteka xwe nîşan dan û gotin em bi tu hawî serî natewînin.   ‘Bijî berxwedana HDP’ê’   Hevseroka HDP’ê ya navçeya Qoserê Yekta Zangirtlî têkildarê biryarên hatine girtin wiha axivî: “Ji ber ku polîtîkayên ku îqtitara heyî ya AKP û MHP’ê bidin meşandin nemaye, êrişê HDP’ê dikin re dixwazin xwe li ser lingan bigirin. Partiya ku bi dengê 6 milyon û nîv kesan  hatiye vê astê dixwazin bigirin. Lê divê were zanîn ku partî partiya gelan e û vîna 6 milyon mirovan e. Dixwazin rêxistinbûyîna kurdan tasfiye bikin. Em vê nêzîkatiya ku darbe li siyasetê dide erê nakin. Partiya ku bi dengê gelan hatiye vê astê ne partiyek ku li ser tabelayê ye. Lê diyar e ku hikumet ji ceribandinên xwe yên din tiştek negirtiye. Çiqasî partiyên me bigirin jî em ê bi rengekî din li qadan bin û di nava gel de bin. Ji ber ku HDP gel bi xwe ye.”   ‘Werin di Newrozê de em bibin bersiva êrişan’   Hevsroka HDP’ê ya navçeya Mîdyadê Halîse Cebe  jî wiha axivî: “Girtina partiyek sîyasî, xistina wekîltiya parlementerekî ku gelekî temsîl dike darbe ye. Qedexeya sîyasî ya li ser HDP’yîyan darbe ye. Dixwazin me bifetisînin. Ji bo me bêdeng bikin jî hemû riyan diceribînin. Girtina partiyê ne bes e wê qedexe deynin ser siyasetmendaran. Êrişek qirêj û bê ehlaqî didin meşandin. Lê bê guman nikarin bi qedexeyan û astengiyan me tune bikin. HDP fikrek mezin di nava civakê de pêş xistiye û bi milyonan vê fikrê himbêz dikin. Nikarin me tune bikin. Wê li cihê HDP’ê partiyek din û li cihê yek kesî bi dehan, bi sedan kes rabin. Bila her kesek xwedî li vîna xwe derbikeve. Werin em di Newrozê de dengê xwe bilind bikin û bersivê bidin van êrişan. Bila tirsa wan a li hember me mezintir bibe.”   ‘Em ê bi hêztir bibin’   Hevseroka navçeya Artukliyê Remzîye Abîka wiha axivî: “Îqtidar a ku ber bi tunebûnê ve diçe êrişê rêxistinên kurdan dike. Hemû riyan diceribînin. Îro darbeya ku li me dixin jî em ê vale derbixin. Bi dehan partiyên me girtin. Ji ber ku em di riya rast de dimeşin me cardin xwe ji nû de xuliqand û em zindî man. Bi her awayî HDP li ser piyan û li ba gel ma. Wê îro jî rexmê hemû êrişan li gel, gel be. Ew çiqas êriş bikin em ê bêhtir bi hêz bibin. Em ê li hemberî van gefan bêhtir serî hilbidin.”   ‘Em ê bersiveke xurt bidin kesên êrişî HDP'ê dikin’   Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin a ku qeyûm li cihê wê hatiye tayînkirin herî dawî wiha berteka xwe nîşan da: “Xistina parlamenteriyê , ango girtina deriyê partiye wê weke hercarî li ser kaxezan bimîne. Ji ber em ê hertim vîna gel bin û em ê bi gel re bin. Em li pişt berxwedana ku Omer Faruk Gergerlîoglu didene. HDP ne keseke  û HDP ne firoştgeheke ku bigirin. HDP 6 milyon mirov e. HDP ciwanin, jin in, zarok in  û civak e. Ev gotin û biryarên li dijî HDP'ê wê weke lekeyek reş li dîroka cîhanê bikeve. Em ê li hemberî van jî li ber xwe bidin û dengê xwe bilind bikin. Em ê li vir bin. 16’ê Adarê roja komkujiya Helepçeyê bû. 17’ê Adarê jî xwestin darbe li siyaseta kurdan bixin. Duh Helepçe û îro di meclîsan de darbe. Lê em ê bersiva herî baş ji bi berxwedana xwe bidin. Em ê bersiveke xurt bidin kesên êrişî HDP'ê dikin.”