Şahidê Newroza 1992’yan: Newroz bû nîşana serhildanê 2021-03-19 09:01:27     Medya Uren   MÊRDÎN - 29 sal berê di sala 1992'yan de welatiyên Nisêbînê li Pira Ahmed Kaya kom bûn û xwestin agirê Newrozê vêxin. Li dijî welatiyên xwestin agirê Newrozê vêxin êriş hat kirin û komkujî pêk hat. Ji şahidên bûyera 1992'yan Wesîle Kaya wiha got:"Ew roj tim di bîra min de ye, xwestin agirê Newrozê vemirînin lê heta roja îro em bi rihê serhildana wê rojê agirê xwe geştir vêdixin."   Agirê yekem ê Kawayê Hesinkar vêxist ev 2633 sal in li ser vê axê gur dibe. Kawa bi vêxistina agirê Newrozê mizgînî da gel û ji wê rojê şûnde 21'ê Adarê wekî Roja Newrozê roja têkoşînê tê pîrozkirin. Ji vê axa Kawa lê naqedin mixabin Dehaq jî naqedin. Bi salan e li dijî pîrozbahiyên Newroza gelê kurd êriş pêk tên. Êrişên herî zêde yên li dijî Newrozan û serîhildana li dijî van êrişana herî zêde di navbera salên 1990 û 2005'an pêk hatin. Di Newroza 1992'yan ya wekî "Newroza bi xwîn" di dîrokê de cihê xwe girt de li gor daneyên fermî li Şirnexê 47, li Cizîrê 57 û li Nisêbînê 16 kes hatin qetilkirin.   Di Newroza 1992’yan de li Şirnex, Cizîr û Nisêbîna Mêrdînê bi deh hezaran kes daketibûn qadan û Newroz pîroz kiribûn. Di dema pîrozbahiyê de leşker û polîsan gel gulebaran kiribûn û bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn. Gava xebera komkujiyên di Newroza Cizîr û Şirnexê de hat bihîstin, di 22’yê Adarê de bi hezaran kes daketibûn kuçeyan û komkujî şermezar kiribûn û di dema şermezarkirinê de polîs û leşkeran gule bi ser gel de reşandibûn. Li gorî hejmarên fermî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dabûn 16 bûn, lê belê li gorî Nisêbîniyan 21 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 106 kes jî birîndar bûbûn.   Di sala 2013'an de ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn li Qada Newrozê peyker hat çêkirin. Di 2018'an de qeyûmê tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin ew peyker hilweşand. Tevî vê jî her sal Newroz bi heman rihî tê pîrozkirin.    Wesîle Kaya ya 60 salî ku bûye şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’an a ev 29 sal ji ser derbas bûye, behsa êriş û berxwedana wê demê ya li dijî êrişan kir.    'Piştî spasiyê komkujî kirin'   Wesîleyê di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di roja yekem a Newrozê te tu bûyer neqewimîn. Heta berpirsyarên dewletê yê Nisêbînê yên wê demê jî ji bo gel spasî kiribû. Roja din di 22’yê Adarê de jî gel li ser Pira Ahmet Kaya kom bûn. Girseyek mezin hêdî hêdî dihat ba hev. Agir ji me re wateyek giranbiha hildigire ku di Newrozê de em bi agirê pîroz re digihêjin hev. Ew roj jî rojek ji wan bû. Me yê agirê xwe geş kiriban. Lê li dora pirê bi sedan û hezaran polîs kom bûbûn. Dora me girtin. Piştî spasiyê qetlîam kirin.”   ‘Nisêbîn bi xwîna kurdan av dan’   Wesîleyê wiha berdewam kir: “Celadan cardin xwe kir yek û Nisêbîn bi xwîna kurdan av dan. Ji carekê ve dengê anonsên polîsan dihat. Digotin ‘Pirsgirêka me ya kurdan tune ye, pirsgirêka me bi PKK’ê re heye’ û ‘Belav bibin, ger hûn belav nebin em ê tund bertekê nîşanî we bikin’ didan. Piştî van bangewaziyên polîsan panzêrê da nava gel û wan kir du alî. Bangawazî dikir û cardin wan kir çar parçe. Lê li wir berxwedan û vînek mezin a gel hebû. Niha jî ji bîra min naçe ku li hemberî celadan seknek çawa hat nîşakirin. Hîna jî ji ber wan dîmenan mûyê laşê min zîq dibe. Gel paşve neçû. Gel nereviya. Li qadê ma û bi hezkirina Newrozê têkoşiyan. Panzêran vê carê ji bo komkujiyê da nav me. Gelek kes di bin wan panzêran de birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan.”   ‘Min rexmê êrişan jî nedixwest ji qadê veqetim’   Wesîleyê ya bi her gotina xwe re ax dikişand û da zanîn kurdan tiştekî nema nedîtin û wiha got: “Gelek dem neçû dengê teqîna guleyan dihat. Bi ser me de reşandin.  Gelek kesan xwe avêtin avê. Min jî bi wê kelecanê xwe avêt avê. Hêdî hêdî gihiştim ber lingên pirê. Di vê navberê de gule li ber min diketin. Li gel min bi dehan kes birîndar bûn. Her deqeyê min li laşê xwe temaşe dikir, ka gule li kîjan devera laşê min ketiye. Min li xwe temaşe dikir. Lê ji aliyekî jî ji bo ji qadê veneqetim min li berxwe dida. Yên ku li dora min birîndar bûn ango bûn Şehîdê Newrozê jî tucarî ji bîra min naçe.”   ‘Newroz bû nîşana serhildanê’   Wesîleyê bi lêv kir ku Newroza her sal dihat pîrozkirin êdî reng guhert û wiha got: “Êdî Newroz bû nîşaneya serhildan û berxwedanê. Newroz li dijî qirkirina kurdan û çanda wan bû bertek. Çiqas xwîn hatibe rijandin jî me da nîşakirin ku kes nikare aigrê me vemirîne. Kes nikare agirê di dilê me de jî vemirîne. Hezar sal jî biçin Newroz ya me ye û em ê pîroz bikin. Ez tucarî ji qadan nayêm xwarê. 29 sal ji ser re derbas dibe. Ez hîna li qadan bi rihê Newroza 92’yan agirê xwe ji nû de hildikim û geş dikim. Newroz bû nîşana serhildanê. Em kurd bi komkujiyan tune nabin, nayên tunekirin.”