Cizîr û Şirnex ji bo Newrozê amade ne 2021-03-18 17:52:22     ŞIRNEX - Amadekariyên pîrozbahiyên  Newroza Cizîr û Şirnexê didomin û her wiha ji bo pîrozbahiyê jî destûr hat dayîn.    Komîteya Amadekar a Newrozê ya Şirnex û Cizîrê ji bo pîrozbahiya Newrozê serî li walîtiyê dabûn û destûra pîrozbahiyê wergirtin.    Newroza Şirnexê wê di 21’ê Adarê de roja şemiyê qada Newrozê ya li pişt Otela Şehrînuhê were pîrozkirin. Parlamenterê Wanê Tayîp Temel û parlamenterên heremê, hunermend Bajar û Xalîde dê tevlî pîrozbahiyan bibin. Her wiha ji bo pîrozbahiyan jî destûr hat dayîn.   Her wiha li Cizîrê re jî destûr hat dayîn. Li Cizîrê jî li qada Newrozê ya li taxa Konakê pîrozbahî bê kirin. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, parlamenterên heremê, hunermend Ruken Yilmaz, Koma Pel, Merve Admîş û Koma Dengê Botandê tevlî bibe.   Her wiha beşdarên Newrozê bi sepana Koda HES’ê bigirin qada pîrozbahiyê.