Li Şirnexê gel vexwendin pîrozbahiya Newrozê 2021-03-18 14:27:07     ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê bi minasebeta Newrozê çûn serdana esnafan û gel vexwendin pîrozbahiya Newrozê.    Li Şirnexê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) amadekariyên xwe ji bo pîrozbahiya Newrozê didomînin. Newroz dê di 21'ê Adarê de bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" li pişt Otela Şehrînuh qada Newrozê bê pîrozkirin.   Di çarçoveya xebatên Newrozê de, rêxistina HDP'ê ya bajêr bi tevlîbûna parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Hasan Ozgûneş û Nuran Îmîr û rêveberên HDP’ê li navendê serdana esnafa kirin. Di serdanê de Newroz li gel hat pîrozkirin û gel vexwendin pîrozbahiya Newrozê. Her wiha li taxên Şirnexê jî xebatên Newrozê tên meşandin.