Newroz dê li Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê bê pîrozkirin 2021-03-18 14:20:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên li Çanakkale, Bûrsa û Kocaeliyê destûr hat dayîn.    Komîteyên Amadekar ên Newroza Çanakkale, Bûrsa û Kocaeliyê ji bo pîrozbahiya Newrozê serî li walîtiyan dan û destûra pîrozbahiyê wergirtin.     Newroza li Bûrsayê wê di 21’ê adarê de li Qada Bazarê ya Arabayatagi pêk were. Komîteya Amadekar banga tevlibûna pîrozbahiyê li xelkê kir.    Newroza Çanakkaleyê jî wê di 20’ê adarê de roja şemiyê li taxa Esenlerê were pîrozkirin. Komîteya Amadekar banga beşdariya pîrozbahiyê li xelkê kir.    Newroza Kocaeliyê jî wê di 20’ê adarê de roja şemiyê li Meydana Ûlaştepe ya Gebzeyê were pîrozkirin. Seroka Komîteya Amadekar a Newroza Kocaeliyê Meryem Ûslû têkildarî pîrozbahiya Newrozê axivî û destnîşan kir ku amadekariyên wan didomin, Kocalî ji Newrozê re amade ye û banga tevlibûna pîrozbahiyê li xelkê Kocaeliyê kir.