Li gelek cihî ji bo HDP'ê daxuyanî hatin dayin: HDP gel e! 2021-03-18 13:42:12     MÊRDÎN/AMED - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê têkildarî biryara xistina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu yê HDP'yî û biryara girtina HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê da. Parlamenter Pero Dundar di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Cardin darbe li demokrasiyê dan. Lê di Newrozê de divê gelê me bersivek xurt bide van darbeyan.” Her wiha li Amedê jî Rêxistina HDP'ê daxuyanî da û di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku HDP partiya gelan e.    Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê girtin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Herwiha Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiyeyê biryara di derbarê Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu de xwend û wekîltiya wî betal kiribû. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê li dijî van biryaran li avahiya HDP’ê ya bajêr daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, rêxistina HDP’ê û DBP’ê ya navçe  û bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Dest Nede Vîna Min” hat hilgirtin û dirûşmên “Bijî HDP”, “HDP Gel e, Gel Li Vir e” hatin berzkirin.   ‘HDP’e gel e, nayê girtin’   Pero Dundar di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di 17’ê mehê de cardin darbeyek di meclîsê de li demokrasiyê dan. Ev darbe jî dijminatiya wan a li dijî kurdan nîşan dide. Lê hûn dizanin heya niha HDP’yîyek û kurdekî li ber we çonga xwe neşikandiye. Em ji îro şûnde jî naşkînin. Hûn nikarin HDP bigirin. Ji ber ku HDP gel e. Hûn dibêjin qey HDP were girtin wê gel dengê xwe bide we? Hûn me tuna nakin hûn bikin jî gel deng nade we. Deriyên Kurdistanê ji AKP û MHP’ê re girtiye.”   ‘Werin em di Newrozê de hêza xwe nîşan bidin’   Pero wiha berdewam kir: “Çima îqtidarê ev biryara girtina HDP’ê anî rojevê? Ji ber ku kongreya MHP’ê hebû û bi vî rengî jî xwestin MHP’ê bi xelat bikin. Lê ev mizgîniya wê di qirika we de bimîne. Hûn çidikin bikin. Ji ber ku em ji xwe û ji gelê xwe bi bawer in. Ew ê tucar serî netewînin. Divê ku herkes jî berteka xwe nîşan bide. Ji bîr nekin heger em taştê bin hûn firavîn in. Pero herî dawî jî got li tirkiyeyê dad û demokrasiyek tune ye. Li tirkiyeyê dad  di destê Erdogan û Bahçelî de ye. Divê li dijî bêdadiyê hemû gelê kurd şiyar bibe û dakeve qada Newrozan. Bila di Newrozê de hêz û wêrekiya xwe nîşan bidin. Ne tenê gelê kurd, divê Ereb, Ermen, Suryan, Tirk û hemû gelên din beşdarî Newrozê bibin. Ji ber ku Newroz berxwedan e û berxwedana Rojhilata navîn e.”   Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Salîh Kuday jî herî dawî bang li hemû gelan kir ku tevlî Newrozê bibin û hêza xwe bidin nîşankirin.   Daxuyanî bi çepik û dirûşmên “HDP’e Gel e, Gel li Vir e”, “Bijî HDP” bi dawî bû.   Amed   Rêxistina HDP'ê ya Amedê têkildarî xistina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlioglu û girtina HDP'ê li Parka Koşuyoluyê li gel Bîrdariya Mafê Mirovan daxuyanî da.   'Tiştên ku dikin ew ê li serê wan bibe bela'   Dersim Dag a di daxuyaniyê de axivî wiha got:"Edalet bûye wekî lîstik û pêlîstoka AKP'ê. Tiştên ku dikin ew ê li serê wan bibe bela. Ji bo partiya me bigirin lêpirsîn dan destpêkirin lê belê tiştekî ji bîr dikin heye, em hêza xwe ji gel digirin. Hûn ê nikaribin bi me, bi gel çongê bidin tewandin. Ew ê bi polîtikayên antîdemokratîk gel gavê paşde neavêje."   Daxuyanî bi dirûşma, “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.