KJAR: Em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin 2021-03-18 13:15:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJAR'ê ragihand ku ew îdîayên li ser jiyan û tenduristiya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan cidî dibînin û bang li gelên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi biryardariya serhildana sala 1999'an xwedî li rêberê xwe derkevin.   Koordînasyoan Komalgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê PKK'ê 22 sal in li Girava Îmrlaiyê di nava tecrîdeke giran de tê hiştin û di berdewamiyê de wiha hat gotin, "Van rojên dawî ji aliyê hêzên şerê taybet ve nûçeyên kirêt tên belavkirin. Bi navê KJAR'ê em van nûçeyên kirêt bêbingeh nabînin û pir cidî dinirxînin. Ji ber vê yekê, di serî de em bang li gelên me yên welatparêz ên rojhilatê Kurdistanê û tevahî gelên azadîxwaz ên Îranê dikin ku çawa di sala 1999'an de çawa li ber xwe dan; bi heman hest û hestiyariyê îro jî tevbigerin û xwedî li Rêberê xwe derkevin."   Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:   "Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê rojhilatê Kurdistanê wê van êrîşên ku bi taybetî Rêber Apo dikin hedef, weke êrîşên li ser xwe bibîne û ji bo pûçkirina van êrîşan jî çi ji destên wan tê wê pêk bînin. Pêwîste em weke gel û tevger heta agahiyeke şênber û rasterast ji Rêberê xwe bigrin li qadan bin. Wek jinên kurd em ê tu caran li hemberî êrîş û qirkirinan bê deng nemînin. Çawa ku di 8’ê Adarê de jin bi têkoşîn û berxwerdana xwe reng dan hemû qadan wê di Newrozê de jî pêşengtiya hemû çalakiyan bikin û çalakiyên Newrozê wergerînin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Wekê jinên kurd û Gelê Kurd em dijminên xwe yên faşîst û qirker ku rojane bi rêbazên şerê taybet êrîşan pêş dixînin baş nas dikin û em dibêjin ku: em ê tu car neyên leystokan û em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe êrîş, leyîstok û dek û dolabên wan pûç bikin. Em ê bi tekoşîna xwe dîwarên Îmraliyê hilweşînin û tecrîdê bi dawî bikin, Rêber Apo bighînin azadiya fîzîkî.   Dem dema azadkirina Rêber Apo ye   Gelên me yên Rojhilatê Kurdistanê, dost û heval û hogirên me di vê qonaxa hesas û hestiyar de pêwîste di çeperên berxwedana hilweşîna sîstema Îmraliyê de cih bigrin. Ev çeperê azadiyê wê bi berxwedana jin, ciwan û gelên demokrat û azadîxwaz, faşîzm, dagirkerî û tecrîdê hilweşîne û azadiyê bidest bixe. Ji ber vê yekê em dibêjin dem dema hilweşîna dîwarê Îmraliyê ye, dem dema azadkirina Rêber Apo ye, dem dema li himberê Dehakên serdemê bilindkirina agirê Newrozê ye.   Bi navê KJAR'ê em soza xwe ya azadkirina Rêber Apo dubare dikin û dibêjin ku jiyanek bê Rêber Apo em ê tu carî qebûl nekin û destên ku dirêjî Rêber Apo dibe em ê wan destan bişkînin. Emê tu carî nehêlin ku roja me were tarî kirin."