Li Şirnexê starta Newrozê hat dayîn 2021-03-18 13:00:43     ŞIRNEX - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Şirnexê, li navendê starta pîrozbahiyên Newrozê da.    Komîteya Amadekar a Newrozê ya Şirnexê tekildarî pîrozbahiya Newroza ya dê bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” bê pîroz kirin xwestin ku li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî bidin, lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Li dijî vê yekê Komîteya Amadekar a Newrozê li ser banê HDP'ê agirê Newrozê pêxist û daxuyanî da. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozgûneş, rêveberên HDP'ê yên navend û navçeyê tevlî daxuyaniyê bûn. Jin bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî daxuyaniyê bûn.   Daxuyanî ji hêla Hevseroka Komîteya Amadekar a Newrozê ya Şirnexê Sabûha Akdag ve hat xwendin. Sabûha, anî ziman ku li welat tenê daxwaza aştiyê, vîn û werêktiyê tê kirin û wiha got: “Ji bo aştiyê têkoşîn dayîn bedel dixwaze. Heger em bixwazin aştiyeke mayînde pêk binîn navnîşana vê gel û civak bi xwe ye. Pêwîste ku îktîdar û hêzên demokrasiyê ji bo aştiyeke plansaziyekî bide pêş xwe. Heger bixwazin ku çek bên bêdeng kirin divê gavên şenber bên avêtin."   Banga tevlîbûna pîrozbahiyê   Sabûha, di berdewamiya axaftina xwe de şêniyên Şirnexê dawetê pîrozbahiya Newrozê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi coş û kelecan amadekariyên Newrozê dikin. Li dijî vê bêmafî û zilmê baweriya berxwedanê ye. Em Newrozê baş dizanin, çimkî em gelê Newrozê ne. Newroza rêya ku ber bi demokrasiyê, edeletê diçe ronî dike. Em ê Newrozê di 21'ê Adarê de li ber otela Şehrînuh pîroz bikin. Em hemû gelê xwe, sazî û dezgehên demokratîk vedixwînin pîrozbahiya Newrozê. Newroz pîroz be."   Piştî daxuyaniyê bername bi dirûşmeya "Bijî Newroz", pêxistina agirê Newrozê û gerandina govendê bi dawî bû.