Emîne Şenyaşar 10 roj in di nobeta edaletê de ye 2021-03-18 11:38:29     RIHA - Çalakiya Emîne Şenyaşar ku li ber Edliya Rihayê dabû destpêkirin ya "Edaletê"  di roja 10'emîn de berdewam dike.    Li navçeya Pirsûs ya Rihayê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê Emîne Şengyaşar Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wê Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Herwiha Fadil, Ferît û Mehmet ê ku ji heman malbatê bûn jî birîndar kiribûn. Ji birîndara Fadil hîn dema ku li nexweşxanê dihat dermankirin hatibû binçavkirin û girtin.  Fadil ji roja hatiye girtin di hucreya yek kesî de tê girtin.    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît li dijî vê bê edaletiyê 10 roj in li ber Edliyeya Rihayê di nobeta "Edaletê"  de ne.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî wiha got, "Xwestin bi malbatê me li nexweşxaneya Pirsûsê qir bikin û çend kes ji me kuştin. Îbrahîm Halîl Yildiz vê carê jî dixwaze qetlîamekê bi rêya darazê bike. Em dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernadin."