Jin bi rihê berxwedanê banga Newrozê dikin 2021-03-18 09:07:43     ÎZMÎR - Jinên kurd yên li Kadîfekale ya Îzmîrê dimînin diyar kirin ku Rahşan ya ku ji bo Newrozê bedena xwe daye ber agir îro bi her kesî re wek rihê berxwedanê dijî û banga tevlîbûna Newrozê kirin.   Di 1992’an de li Kadîfekale ya Îzmîrê Rahşan Demîrel li dijî qedexekirina Newrozê bedena xwe dabû ber agir û protesto kiribû. Şahidên wê demê diyar kirin ku Rahşanê zilma li hember Gelê Kurd qebûl nekiriye û ji ber vê xwe şewitandiye. Yên qet ew nas nekirine jî bi lêv kirin ku heman zîhniyet hîna jî didome.   Kadriye Altun diyar kir ku 35 sal berê ji Mêrdînê koçî Kadîfekale kirine û got: “Gundê me hat şewitandin. Em derketin. Me cerdevanî qebûl nedikir. Zext li me hatin kirin. Çareya me nema. Em di înşatan de di halê de xebitîn. Zarokên me kurdî diaxivin. Zimanê me Kurdî ye. Em zimanê xwe dijîn û çanda xwe didin jiyîn.”   'Kesên 70 salî sûcdar dikirin'   Kadriyeyê got Newroz di salên 90’î de qedexe bû û li gundê wan gelek kes hatine qetilkirin û got qedexe jî ji televîzyonê fêr bûne. Kadiye wiha berdewam kir: “Di televîzyonê de gotin şerger hatine kuştin. Lê çûbûn mala wan û ew kuştibûn. Cîranek min hebû ji Erziromê bû. Got çima kuştine. Min jî got em nizanin. Em dixwazin ku her kes bê Newrozê.”   Kadriyeyê got roja Rahşanê agir berdaye bedena xwe wê li nexweşxanê keça xwe ya mezin aniye dinê û got: “Me navê keça min ji ber Newrozê Bahar lê kir. Newroz mizginiya biharê ye. Roja vejiniyê ye. Hevjînê min hat got Rahşanê xwe bo Newrozê şewitandiye. Ez nexweş bûm. Neçûm cenaze lê gotin cenaze pir qelebalix bûye.”   Piştî Rahşanê Newroz bê tirs hat pîrozkirin   Cahîde Kanat jî bi lêv kir ku 30 sale li Kadîfe kaleyê ye, dema Rahşanê xwe şewitandiye ew 10 salî bûye û wiha pê de çû: “Min Rahşan nas nedikir. Piştî wê her kes rabû ser piyan. Mirov rabûn ser piyan. Newroz hatin pîrozkirin. Beriya wê pîrozkirina Newrozê zehmet bû. Em her tiştî ji xwe bi zehmetî qezenc dikin. Ji ber azadî tune ye. Berê bi hezaran panzer dihatin. Lê cejn bû. ne serhildan bû. Lê dihatin mirov ditirsandin. Lê mirov piştî Rahşanê zêdetir çûn Newrozê.”   ‘Hemû kesên dibêjin kurd hene bila bên’   Cahîdeyê bi lêv kir ku zilm hîna jî didome û got: “Kurd tên girtin. Koletî tê ferzkirin. Çi dikin bila bikin em ê wek wan nebin. Dixwazin em bibin kole. Nahêlin Newroz bê pîrozkirin. Bêguman ev jî parçeyeke asîmîlasyonê ye. dilê mirovan bişewite mirov her tiştî didin ber çavan. Zîhniyeta yekparêz hîna heye. Ez li dijî zîhniyeta yekparêz hemû kesî vedixwînim Newrozê.  Hemû kesên dibêjin em kurd in bila bên newrozê.”   Di Newrozê de daxwaza zimanê dayikê   Fatîme Altun jî da zanîn ku 27 sal berê ji navçeya Omeriya ya Mêrdînê piştî zewiciye hatiye Kadîfekaleyê û wiha pê de çû: “Em her sal diçin Newrozê. Li Kadîfekaleyê kesên ji herêma me dijîn. Em zimanê xwe diaxivin. Em cil û bergên xwe li xwe dikin. Kes me cuda nabîne li vir. Du kur û du keçên min hene. Kurê min ziman baş dizanin lê keçên min zêde nizanin. Ez dixwazim bi zimanê dayikê perwerde hebe. Newroz berê zahmet dihat pîrozkirin lê niha bi girseyî tê pîrozkirin. Newroz azadî ye. Em ji bo her kesî azadiyê dixwazin.”   Keça Fatîmeyê, Rozerîn Altun ya 19 salî jî destnîşan kir ku ji ber li Îzmîrê mezin bûye Kurdî fêm dike lê nikare biaxive û wiha dawî lê anî: “Newroz aştî û azadî ye. Roja parastina mafan e. Lê ji ber em bêdeng namînin dixwazin me bêdeng bikin. Covîd 19 dikin hincet û destur nadin. Lê em ê biaxivin. Divê kurd mafên xwe bizanibin. Bila kes bêdeng nemîne mafên xwe bixwazin.”