‘Em ê berxwedana xwe bi rihê Newrozê bibin qadan’ 2021-03-18 09:04:26     Safiye Alagaş   AMED - Jinên TJA’yî ku ji bo Newrozê xwe amade dikin wiha gotin: “Tilîliyên me, agirê di dilê me de ye. Hêrsa di dilê me de ye, serhildan e. Em ê berxwedana xwe bi agirê Newrozê rihê Newrozê bibin qadan.”   Li herêmê di 21’ê Adarê de wê li 14 navendan bi dirûşma ‘Em bi agirê Newrozê li berxwe bidin azad bin’ Neroz bê pîrozkirin. Yek ji van navendan Amed e. Her sazî û partî wê bi pankarta xwe tevlî Neroza Amedê bibe. Yek ji yên îmze avêtine Deklerasyona Newrozê Tevgera Jinên Azad (TJA) ye. TJA wê bi dirûşma ‘li dijî qirkirina jinê jiyan, li dijî tecrîdê azadiyên diparêzin’ wê li qadê cihê xwe bigirin.   ‘Em ê azadî û berxwedanê biqîrin’   Aktîvîsta TJA’yê Jale Okan got li taxan li gundan dest bi pêxistina agirê Newrozê kirine û wek 8’ê Adarê wê di Newrozê de jî jin bi rengên xwe li qadan bin. Jaleyê diyar kir ku sala borî ji ber pandemiyê Newroz nehatiye pîrozkirin û got: “Bawer im îsal wê gelek xweş derbas be. Ji ber em bi gel re germahiya vê dibînin. Em li taxan, gundan kolanan coşa vê dibînin. Bi taybet jin wê gelek xweş pêşwazî bikin. Qada Newrozê ji bo gelê kurd û jinên kurd qada azadî û berxwedanê ye. Em ê hem azadî û hem jî berxwedanê biqîrin.”   ‘Em ê Newrozê bi rihê berxwedanê pîroz bikin’   Aktîvîsta TJA’yê Songul Kapanci jî bi lêv kir ku Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn gelek girîng e lê ji bo kurdan wateya wê pir mezin e û ji bo gelên bindest jî azadiyê temsîl dike. Songulê ev tişt daxuyand: “Newroz ne cejneke ji rêzê ye.Newroz rihê berxwedanê ye. Rihê serhildanê ye. Bi salane em pîroz dikin. Ji salên hatiye qedexekirin heta niha me her tim pîroz kiriye. Em dest jê bernadin. Ji bo kurdan rojek girîng e. Li dijî binpêkirin û zilmê serhildan e. Em ê niha jî bi rihê berxwedanê Newrozê pîroz bikin.”   ‘Tilîliyên me hêrsa di dilê me de ye’   Songulê destnîşan kir ku ji ber pandemiyê gel hepsê malên xwe bûn û wiha got: “Jinên hepsê malê bûn hewl dan bibin bersiva her tiştî. Ji ber vê Newroz ji bo jinan girîng e. Em Newrozê tenê wek gerandina govendê nabînin. Newroz rewşa hêrsa di dil de, vereşîne. Em ê bi reng, cil û bergên xwe û coşa xwe li qadan bin. Tilîliyên me, agirê di dilê me de ye. Hêrsa di dilê me de ye, serhildan e. Em ê berxwedana xwe bi agirê Newrozê rihê Newrozê bibin qadan.Ez bang li hemû jinan û gelê kurd dikim. Divê tevlîbûnek xurt hebe. Em bi rihê Newroza 2013’an li qadê bin.”