ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'Ê 2021-03-18 09:00:00     *Sureya Yilmaz a yek ji dildarên aştiyê ye û 20 sal in di nava Dayikên Aştiyê de cih digire wiha got:"Di vê jiyanê de me tiştek ji aştiyê pîroztir nedît. Rexmê hemû gef û dijminatiya li me tê kirin, li dijî şer me got aştî. Ev têkoşîna me weke hercarî berdewam e. Ez jin im, kurd im û dayik im. Ji bo vê nasnameya xwe ez ê tim jî têkoşîna xwe bidim dewamkirin." DÎMEN HEYE   *Ayşe Ertene ya ku şahidî ji Newroza sala 92’an a Cizîrê re kiriye û hevjînê wê Hûseyîn Ertene ji aliyê dewletê ve wê demê hat qetilkrin, anî ziman ku ew ê tu carî wê roja reş ji bîr nekin û got: “Em wek gelê Cizîrê tu carî dev ji pîrozkirina Newrozê bernadin. Newroz sembola hatina biharê, jiyanek nû û têkoşînê ye. Niftikekê jî em bibînin em ê pêxin û Newrozê pîroz bikin.”DÎMEN HEYE   *Hêzên Ked û Demokrasiye ku îsal Newrozê bi dirûşma "Wekhevî, edelet, aştî û azadiyê" li Qada Anadolu pîroz dikin diyar kirin ku ala têkoşîna serhildanê ya Kawayê Hesinkar bilindkiriye, dewr girtine û têkoşîna xwe bilind dikin û gelê Enqereyê vexwendiyê mîtîngê kirin. BI DÎMEN    *Parlmaentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîpogullari tiştê ku 3 sale li Efrînê tê jiyîn nirxand û got Tirkiye hedef dike ku di navbera kurdên Bakur û yên Rojava de Kemera Ereb ava bike û got dixwaze li Kurdan li Rojava bîne hember hev.   *Jinên TJA’yî ku ji bo Newrozê xwe amade dikin wiha gotin: “Tilîliyên me, agirê di dilê me de ye. Hêrsa di dilê me de ye, serhildan e. Em ê berxwedana xwe bi agirê Newrozê rihê Newrozê bibin qadan.”DÎMEN HEYE   *Nîqaşên sînorkirina nefeqeya piştî destberdanê tê dayîn, di rojevê de cihê xwe diparêze. Gelek jin tevî biryara dadgehê, nefeqeya ku divê bê dayîn nagirin. Yek ji van jinan jî Ayfer Yavuz e. Ayfer diyar dike ku ew nikare debara xwe bike û banga piştevaniyê kir.DÎMEN HEYE   *Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Eyşe Hiso di derbarê salvegera 3'yemîn a dagirkirina Efrînê de wiha got: "Gel û şervan li Efrînê bûn yek û destanên lehengiyê li hember tank, maşok û balafirên dewleta tirk nivîsandin."DÎMEN HEYE   *Jinên kurd yên li Kadîfekale ya Îzmîrê dimînin diyar kirin ku Rahşan ya ku ji bo Newrozê bedena xwe daye ber agir îro bi her kesî re wek rihê berxwedanê dijî û banga tevlîbûna Newrozê kirin. DÎMEN HEYE   *Dayika girtî Muhammed Kartal, Afîfe Kartal anî ziman ku tevahî roja xwe li benda gerîna Muhammedê derbas kiriye û wiha got: “Ez ji rewşa kurê xwe gelek bi fikar im. Tu agahiya me jê tune." BI DÎMEN    *Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk da zanîn ku heta hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk neyê fikarên wan bi dawî nabin û wiha got: “Ji bo me ya esas azadiya Birêz Ocalan e. Ji bo tecrîd rabe hewldan û serlêdanên me wê bidomin.” DÎMEN HEYE   * Endama Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê Bêrîvan Kaya bal kişand ser îdiayên ku derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatin weşandin wiha got: "Demildest pêwîste hevdîtin bi Rêber Apo re were kirin. Heta agahiyekê ji Rêberê xwe negirin em ê her li qadan bin.” BI DÎMEN    *Têkildarî girtina HDP'ê wê rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê daxuyaniyê bide. (12.30)   *Komîteya Tertîpê ya Newrozê ya Şirnexê, dê ji bo mîtînga di 21'ê Adarê de startê li avahiya HDP'ê ya Şirnexê bide. (10.00)