Li taxa Şehîtlîkê agirê Newrozê hat pêxistin 2021-03-17 19:05:46   AMED - Li taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehira Amedê agirê Newrozê hat pêxistin. Welatî bi coş û kelecanek mezin Newrozê pîroz kirin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Yenîşehîr a Amedê li taxa Şehîtlîkê bi welatiyan re hatin gel hev û agirê Newrozê pêxistin. Hevserokên HDP'ê ya Yenişehirê Belgin Diken û Kasim Kaya, endam û rêveberên navçeyê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Heyeta ku agirê Newrozê pêxistin gelek welatî li dorê kom bûn û bi tîlîlîyan govend gerandin.    Girseyî bi dirûşme "Bijî Newroz" , "Bijî Serok Apo" berz kirin û Newrozê pîroz kirin.