Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît bi walî re hevdîtin kirin 2021-03-17 17:37:06     RIHA - Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît  ku bi daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê çalakî li dar dixin, bi Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn re hevdîtin kirin.  Emîne û Ferît, daxwaz walî ya hevdîtina bi serdozger re red kirin.    Emîne Şenyaşar û Lawê xwe ku di roja 9’emîn de çalakiya xwe ya bi daxwaza edaletê li ber Edliyeya Rihayê li dar xistin, didomîne. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku serê sibehê hatin ber edliyeyê, li ser daxwaza hevdîtinê ya Midurê Şaxa Ewlehiyê derbasî Miduriyeta Polisan a Rihayê bûn. Ferît Şenyaşar, têkildarî hevdîtînê axivî û diyar kir daxwazên xwe yên edaletê dubare kirine.    Piştî hevdîtina xwe ya li vir, ji bo ku bi Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn re hevdîtin bikin derbasî Muzeya Kûrtûlûşê bûn. Şenyaşaran, da zanîn ku di hevdîtinê de daxwaza edaletê kirine. Ferîn Şenyaşar, da zanîn ku Walî ji wan xwestiye ku bi serdozger re hevdîtin bikin, lê wan vê rewşê qebûl nekiriye. Şenyaşar, got ku Walî gotiye, ‘hûn dikarin di çarçoveya qanûnî de çalakiya xwe bidomînin. Heta dawiyê ji bo edaletê têbikoşin. Deriyê min ji we re vekiriye.”    'Li serdozger zext tên kirin’    Piştî hevdîtinê malbat ji bo berdewamkirina çalakiya xwe derbasî ber derê edliyeyê bû.  Ferît Şenyaşar, têkildarî sedema nexwestina hevdîtinê ya bi serdozger re jî ev tişt got: “Em di baweriyê de ne ku serdozger di bin zexta siyasî de ye. Em bi fikar in ku di lêpirsîna beşa nexweşxaneyê de jî doznameyeke bi alî bê amadekirin. Ji ber vê em di wê baweriyê de ne ku tu feyda hevdîtina me ya bi serdozger re çênebe.”   Li aliyê din heyeteke ji endamên Meclisa Şarederiya Rihayê yên HDP’î pêk dihat, serdana malbatê kirin û piştevaniya xwe bi wan re parve kir.