Çalakvanên jin: Em ji rewşa Rêberê xwe bi fikar in 2021-03-17 16:23:04   MEXMÛR - Çalakvanên gireva birçîbûnê yên wargeha Mexmûrê li ser îdiayên medya civakî ku derbarê rewşa tendirustiya Abdullah Ocalan de parve kirin gotin: ‘’ Em ji rewşa tendirûstiya Rêberê xwe bi fikar in.’’   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)  bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakî bi koma 46’emîn di roja 91’emîn de berdewam dike. Çalakî her roj ji aliyê şêniyên wargehê ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin.    Jinên çalakvan li ser îdiayên medya civakî di derbarê rewşa tendirustiya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivîn.    Çalakvan Rebia Gabarî a ku berteka xwe anî ziman got: ‘Ev 2 rojin li ser rewşa tendirûstiya Rêberê me hinek gotin tên parvekirin, ji bo zelalkirina vê rewşê dibêjim ku divê tevahî Gelê Kurd û gelên bindest yên xwedî wijdan rabin ser piyan û xwedî li Serokê xwe derkevin. Ez bang li raya navneteweyî, CPT'ê û aliyên peywendîdar dikim ku xwedî li erka xwe derkevin û demek ji ya din zûtir vê rewşê zelal bikin. Heta ku em serokê xwe bi awayek fizîkî azad nekin em ê li qadan bin û wê çalakiya me berdewam bike.’’   Çalakvan Beyaz Yigit jî li ser rewşa tendirûstiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrînên xwe wiha anîn ziman: ‘’Çalakiya me ku ji bo rizgarkirina Rêber Apo hatî dest pê kirin bi koma 46’emin berdewam dike. Heta ku ev tecrîd berdewam bike wê çalakiyên me jî berdewam bikin. Piştî van îdiayên di medya civakî de li ser rewşa Rêber Apo derketîn û şûnde em ne rehetin û bi gumanin. Divê saziyên peywendîdar demekê ji ya din zûtir li ser rewşa Rêber Apo agahiyekê bi gel  re parve bikin. Ez bang li tevahî jinên kurd dikim ku rabin ser piyan û xwedî li tekoşîna xwe derkevin."