Ew ê welatiyên Qoserê di 21'ê Adarê de biherikin qadan 2021-03-17 15:19:13   MÊRDÎN - Destûra ji bo pîrozbahiya Newroza 21'ê Adarê ya Qoserê hat dayin.    Komîteya Amedekar a Newrozê, li navçeya Nisêbînê têkildarî pîrozbahiya ku di 21’ê Adarê de bê kirin daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya HDP’ê ya Navçeya Nîsêbînê hat dayîn û Parlamentera HDP’ê ya Bajar Pero Dundar û rêveberiyên partiyê tevlî bûn. Hevseroka HDP’a Nisêbînê Şeyhmûz Koç, diyar kir ku amadekariyên xwe temam kirine û banga tevlîbûna Newrozê li gel kir.    Li aliyê din li navçeya Qoserê jî ji ber ku serlêdana ji bo 20’ê adarê hatibû kirin ji aliyê Qaymeqamiya Qoserê ve nehat qebûlkirin, dîroka pîrozbahiya Newrozê hat guhertin û ji bo 21’ê Adarê serlêdan hat kirin. Ev serlêdana ji aliyê qaymeqamiyê ve hat qebûlkirin. Wê Newroz li navçeyê di 21’ê Adarê de li Qada Otogarê bê pîrozkirin.