Çalakiya ‘Em hemû asayîş in’ 106 roj in didome 2021-03-17 10:12:03     ŞENGAL - Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 106’an de berdewam dike.   Berxwedana Şengaliyan ku li dijî peymana Bexda-Hewlerê di 2’ye kanûna 2020’an de li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê hatibû destpêkirin, di roja 106’an de didome.   Çalakiya bi dirûşmeya “Em hemû asayiş in” tê meşandin her roj bi komek nû ve tê meşandin. Her wiha bi sedan kes serdana konê dikin û piştgiriya xwe tînin ziman. Xelkê Şengalê diyar dikin ku heya daxwazên wan pêkneyên ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin.