'Divê parêzer û malbat biçin Îmraliyê' 2021-03-17 10:11:28     WAN - Jinên li Wanê dijîn li hemberî îdîayên ku derbarê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatin kirin de fikarên xwe anîn ziman û gotin: "Em ji rewşa Birêz Abdullah Ocalan bi fikar in. Divê demildest parêzer û malbat biçin Îmraliyê, hevdîtin bi Ocalan re pêk bînin."   Du roj in li ser medyaya civakî derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çend îdia hatin parvekirin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Wezareta Edaletê dan. Piştî du rojan Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxuyaniyek da û got îdîa ne rast in. Gelek deveren cîhanê gel daketin qadan û bertekên xwe anîn ziman. Li Wanê jî jinan derbarê îdiayên ku hatin kirin de ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman û banga hişyariyê kirin.    'Bila qanûnên xwe pratîze bikin'   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Tuşbayê Edîbe Babur, da zanîn ku divê fikarên me bi hevdîtina bi parêzeran re ji holê bê rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Birêz Abdullah Ocalan ne kesekî wisa ji rêzê ye. Birêz Abdullah Ocalan hêviya aştî ya Rojhilata Navîn û Gelê Kurd e. Ligel tecrîda giran gotinekî Birêz Ocalan ji bo avakirina pergala aştî û aramiyê ye. Helwesta CPT nayê qebûlkirin. Birêz Ocalan ji bo demokrasî, wekhevî û aştiyê têdikoşe. Heke kesekî şerxwez ba niha li dervê bû. Wekî her girtiyek mafê wî jî heye. Em tenê dixwazin qanûnên ku niha heyî ji bo Birêz Ocalan jî bikeve meriyetê."   'Bila derbarê rewşa Ocalan de agahiyak bidin'   Endama Meclîsa Şaredariyê ya Tuşbayê Songul Işık, destnîşan kir ku di sala 1999'an de Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û ji wê rojê heta îro welat ber bi kaosê ve çû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo Gelê kurd 22 sal in tiştek neguherî ye.  Her dema ku derbas dibe neçareserî tê ferzkirin û ev tişt jî feydeyê nade tu kesî. Ez wek jinek û dayikek dibêjim bila kes rondikan nebarîne. Salên borî jî me dît dema mijar dibe tenduristiya Birêz Ocalan, li welat şer kûrtir dibe. Lê di her demên wisa de jî bi bangewaziyên Birêz Ocalan rewş aramtir dibû. Êdî em dixwazin çareseriyek pêk bê û derbarê rewşa tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan de agahiyek bê dayîn."    'Divê parêzer biçin hevdîtinê'    Devlet Çîftçî jî diyar kir ku bi sala ne li hemberî Gelê Kurd polîtîkayên îmha û înkarkirinê tê meşandin û wiha axivî: "Li dijî zext û zordariyan kurê min berê xwe çiyê. Bi sala ne dilê min dişewite. Ez naxwazin dilê tu dayikên din bişewite. Em niha jî agahî ji Abdullah Ocalan nagirin. Ez bang li dayikên leşker, polîs û gerilayan dikim ku li dijî şer, tecrîd û neçareseriyê bên cem hev û têkoşînek hevpar bidin meşandin. Divê her dayikek li hemberî şer bisekîne. Demildest divê malpat û parêzer ji Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne."