Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-03-17 09:06:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin îro koma 23'yemîn dewr girt. Çalakî 111 roj in didome.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro ji aliyê koma 23'yemîn ve dewr hat girtin. Çalakî 111 roj in berdewam dike.