‘Serhildana 8’ê Adarê wê bi berxwedana Kawa re bibe yek’ 2021-03-17 09:03:31     Gulîstan Azak   AMED - Jinên Amedê ji bo tevlîbûna Newrozê bang kirin û wiha gotin: “Em ê serhildana 8’ê Adarê bi berxwedana Kawa re bikin yek û li dijî zaliman bibin qîrîn.”   Jinên ku li dijî şîdeta ku pê re tên rû hev û hêrsa wan a li dijî tecrîdê her diçe mezin dibe, di 8’ê Adarê de daxwazên xwe careke din anîn ziman. Jinên ku hefteya 8’ê Adarê li pey xwe hiştin, niha ji bo Newrozê jî berxwedana xwe bi biryar dimeşînin.   Jinên Amedê diyar kirin ku 8’ê Adarê pira diçe 21’ê Adarê ye û got wê bi heman daxwazê ji nû ve li qadan bin.   ‘Em ê li dora Agirê Newrozê bên gel hev’   Kedkara malê Remzeta Bulut bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û wiha pê de çû: “Kurd bi salane rastî zilmê tên. Sedema vê jî pêknehatina yekîtiya neteweyî ye. Li ser vê axê kuştinên kiryar nediyar tên jiyîn. 4 xizmên min li Pasûrê ji helîkopterê de hatin avêtin û şewitandin. Îro bi sedan girtî di zindanan de ne. Li dijî van êrîşan yekane tişt pêkhatina yekîtiya neteweyî ye. Heta yekîtiya neteweyî pêk neyê em ê tune bên hesibandin. Ji ber vê jî Newroz girîng e. Em di Newrozê de bên gel hev. Em dest bidin hev. Bang li hemû kesî dikim ku li dora agirê Newrozê bên gel hev.”   ‘Têkoşîna li dijî zilmê hîna didome’   Xwendekar Melîs Berçem Yuce jî bi lêv kir ku Newroz sembola berxwedana ku Kawayê Hesinkar li dijî Dehaq daye ye û wiha pê çû: “Têkoşîna li dijî zilmê hatiye dayîn hîna didome. Meha Adarê meha berxwedanê ye. Wê rihê 8’ê Adarê biçe 21’ê Adarê. Wek Mazlum Dogan gotiye ‘berxwedan jiyan e’. Ez bang li gel dikim ku li dora agir bên gel hev. Qebûlkirina hebûna gelekî ji yekîtiya neteweyî derbas dibe. Gelê me bi salane tune tê hesibandin. Li dijî vê jî serhildan heye. Em bi salane li dijî van pêkanînan serî hildidin. Bêguman em ne tenê di 8’ê Adar û 21’ê Adaran de em her tim li berxwe bidin.”   ‘8’ê Adarê pira diçe 21’ê Adarê ye’   Zulfiye Kîşmîr diyar kir ku Newroz roja serhildanê, berxwedanê û nûbûnê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin wê serhildana 8’ê Adarê bibin Newrozê. 8’ê Adarê tevî astengiyan tevî pandemiyê bi coş hat pîrozkirin. Jinan li dijî binpêkirina kedê û beden qad tije kirin. 8’ê Adara ku serhildana jinan e wê bi berxwedana Kawa bibe yek û li dijî zalimiyê bibe qîrin. Ji ber vê jî 8’ê Adarê pira ku diçe 21’ê Adarê ye.”   ‘21’ê Adarê ji bo jina kurd roja, serhildan, berxwedan û vejînê ye’   Gulîstan Yilmaz bi lêv kir ku 21’ê Adarê ji bo jina kurd roja ku berxwedan, serhildan, vejîn û têkoşînê ku digihêje lûtkeyê ye û wiha dawî lê anî: "Enerjiya 8’ê Adarê wê bi Newrozê bigihêje lûtkeyê. Ji ber pandemiyê jin di nav çar dîwaran de tên tecrîdkirin. Jin rastî her cureyê şîdeta ku tecrîdê rê li ber vekiriye. Lê jinan di 8’ê Adarê de tevî hemû astengiyan gotina xwe qîriyan. Ji bo Gulîstan Doku, Îpek Er û Şule Çet gotina xwe qîriyan. Bi taybet em jinên ciwan em ê coşa 8’ê Adarê bibin Newroza Amedê. Em ji bo gurkirina agirê ku Kawa pêxistiye mezin bikin bên cem hev. Bang li hemû kesî dikim ku wê rojê bên gel hev."