Dayika ku di hepsa malê de ye dixwaze derkeve derve 2021-03-17 09:02:32     RIHA - Dayika Aştiyê Adalet Çay a ku ev 5 meh in di hepsa malê de ye, kelepçeya elektronîk xistine piyên wê. Adalet destnîşan kir ku emrê wê mezin e û gelek nexweşîn pê re heye û wiha got: “Ji ber daxwaza me ya aştiyê me binçav dikin, digirin û kelepçe dixin lingên me!"   Li Rihayê di 6’ê cotmeha 2020’an de Dayikên Aştiyê Adalet Çay, Hadlê Ogûr, Fatma Akbaş û Meyaser Korkmaz bi 8 kesên din re di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. 9 roj li Midûriyeta Polîsan a Rihayê di binçavan de man. Dadgehê Adalet Çay bi biryara “hepsa malê” û her sê dayikên din jî bi şertê kontrola edlî ku dê di hefteyê de sê rojan biçin emniyetê îmzeyê bidin, hatin berdan. Polîsan piştî 5 meh hespa malê, kelepçeya elektronîk lingê Adalet Çay ve girêdan.    ‘Di 8’ê Adarê de hatin kelepçeyek nû xistin piyên min’   Adalet destnîşan kir ku di 8’ê Adarê de jî hatin kelepçeyê xistine piyên wê û wiha got: “Li mal de derûniya min nebaş bûye. Ev zilmekê giran e. Dayik tenê dixwazin şer çênebin, kes nemire û rondik ji çavên dayikan nebarin. Di 8’ê Adarê de her kes li derve ev roj pîroz dikir. Lê ez di hundirê mala xwe de bûm. Piştre ez çûm serşokê û deng ji kelepçê hat. Çawa ku deng jê hat ji Enqereyê geriyan. Ji Enqereyê gotin ev kelepçe xirab bûye û bi vî awayî hatin yeka din bi lingê min xistin. Ev çi zilme li ser dayikan? Em tenê daxwaza aştiyê dikin. Bila ev şer êdî bisekine. Ji ber ku em daxwaza aştiyê dikin em tên binçavkirin, tên girtin û tên kuştin an jî kelepçe dixin lingên me!"    ‘Dixwazim êdî derkevim derve’   Adalet diyar kir ku ew û hevjîna xwe tenê li malê dijîn û wiha axivî: “Carinan pêdiviyên min çêdibe lê ez nikarim derkevin derve. Heke ez ji hundirê mala xwe derkevim ji Enqereyê re agahî diçe. Ez wek di bin tecrîdê de me. Dixwazim êdî derkevim derve. Ev kelepçe lingê min diêşîne. Ez nizanim heta kengê ev kelepçe di lingê min de bimîne. Di destê wan de ye ka heya kengê ev rewş bidome lê ev rewş derûniyek xirab li ser min dike.”