'DEDAŞ bi awayekî kêfî faturayan buha dibire' 2021-03-17 09:01:33     Medya Uren   MÊRDÎN - Fatureyên ceyranê yên li taxa Mezopotamyaya Qoserê ji welatiyan re hatine, welatî matmayî hiştin. Ji her malekê re di navbera 500 -1000 lîrayê tirk fature hatine. Welatiyên ku ev fature ji wan re hatine,  gilî li DEDAŞ’ê kirin û daxwaza dadê kirin.   Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê a Dîcleyê (DEDAŞ) li bajar, navçe û gundan saetên ceyranê li ser dîregan bi cih dike. Li taxa Mezpotamyayê ya girêdayî Qoserê ye jî meheke ku saet li ser dîregan hatine bicihkirin. Fatureya yekem a ji gel re hat gelekî zêde bû û gel matmayî hişt. Ji her malekê fatureyên di navbera 5 sed û hezar lîreyê tirk ê ceyranê hatiye.   Welatiyên bi navê Hedîye Ecebek û Îdê Elîş têkildarî diravê fatureya ceyrana yê biha ku ji wan re hatiye bi ajansa me re axivîn û gotin ew nikarin vî diravî bidin.   'DEDAŞ bi awayekî kêfî faturayan buha dibire'   Hediye Ecebek a li taxa Mezopotamyayê ya girêdayî Qoserê ye rûdinê giliyên xwe yên di derbarê ceyranê de wiha anî ziman:"Ev ji mehek û nîv zêdetir e DEDAŞ’ê saetên ceyranê li ser dîregan bi cih kiriye. Vê mehê faturayên ceyranê hatin û em matmayî man. Li cîranên me bigerin hemû jî heman pirsgirêkê dijîn. Ji min re 800 lîreyê tirk hatiye. Ji roja ku saetên ceyranê li ser dîregan bi cih kirine heya niha em newêrin ampûlekê pêbixin. Çawa bû ku evqas zêde pere hat? Ev tê wê wateyê ku bi awayekî kêfî fatureyê ji me re dibirin. DEDAŞ bi awayekî kêfî faturayan buha dibire. Ev sûc e tê kirin."   'Em nikarin deynê xwe bidin'   Hediyeyê bi lêv kir ku diyar e DEDAŞ diravê xebatkarên xwe ji ser me dide û wiha berdewam kir:"DEDAŞ ji bo diravekî zêde ji me bigire saet li ser dîregan bi cih kir û misrefên xwarin û nanê xebatkarên xwe jî ji me dibirin. Diravê xebatkarên xwe, mesrefên wan ên xwarinê jî ji me stendin. Em vê yeke qebûl nakin. Ger em qebûl nekin jî yan wê ceyranê qut bikin yan jî wê bi fayîzê ji me bistînin. Xilasiya me tune ye. Lê em çi bikin jî em nikarin vî diravî bidin. Em perîşan û xizan bûne. Rewşa me ya aborî li ber çavan e. Em nikarin debara xwe ya rojane jî bikin. Bi ser de qeyrana aborî û şewba koronoyê hat. Ew jî ne bes bû îqtidar dixwaze zirara xwe bi me bide derbaskirin."   'Bi kevçî didin, bi kepçe distînin'   Îdê Elîş jî bal kişand ser pirsgirêkên aborî yên dijîn û wiha got: "Demeke dirêj e rewşa me ya aborî ne baş e. Em debara xwe ya rojane jî nikarin bikin. Zarokên me bê kar in û muçeyekî ku têkeve mala me jî jî tune ye. Dewlet bi kevçî dide û bi kepçeyan jî distîne. Xwarin, vexwarin û her tişt biha bûye. Em nikarin di vê bihabûnê de bijîn. Jixwe şewba koronoyê û qeyrana aborî jî bandoreke mezin li ser me kir.  Niha jî ji bo ceyranê bi qasî hezar lîrayê tirk ji me birîne. Gelo di vê rewşê de em ê çawa vî pereyî bidin?"    'Em faturayê nedin wê ceyrana me qut bikin'   Welatiyekî din jî yê ku li taxa Mezopotamyayê dijî bi qasî hezar û dused pereyê ceyranê jê re hatiye wiha dibêje: "Bi tu hawî ne pêkan e ku evqas dirav ji me re were. Me ji bo DEDAŞ’ê daxwazname nivîsî. Hat lê temaşe kirin lê em ê dîsa mecbûr bimînin ku vî pereyî bidin. Ger em vî pereyî nedin jî wê carê  ceyranê qut bikin, an jî wê bi fayizê ji me bistînin."