ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'Ê 2021-03-17 09:00:00     *Fatureyên ceyranê yên li taxa Mezopotamyaya Qoserê ji welatiyan re hatine, welatî matmayî hiştin. Ji her malekê re di navbera 500 -1000 lîrayê tirk fature hatine. Welatiyên ku ev fature ji wan re hatine,  gilî li DEDAŞ’ê kirin û daxwaza dadê kirin. DÎMEN HEYE   *Dayika Aştiyê Adalet Çay a ku ev 5 meh in di hepsa malê de ye, kelepçeya elektronîk xistine piyên wê. Adalet destnîşan kir ku emrê wê mezin e û gelek nexweşîn pê re heye û wiha got: “Ji ber daxwaza me ya aştiyê me binçav dikin, digirin û kelepçe dixin lingên me!" BI DÎMEN    *Jinên Amedê ji bo tevlîbûna Newrozê bang kirin û wiha gotin: “Em ê serhildana 8’ê Adarê bi berxwedana Kawa re bikin yek û li dijî zaliman bibin qîrîn.”  DÎMEN HEYE   *Nûnerên partiya siyasî û aktîvîstên jin hemû jin û ciwan dawetî Newrozê kirin û diyar kirin ku ew ê bi rihê berxwedanê li qada Newrozê bên gel hev. DÎMEN HEYE   *Dayika girtiyê bi navê Ramazan Kizildag,  Şukriye  Kizildag da zanîn ku divê daxwaza girtiyên ku 107 roj in di greva birçîbûnê de ne demildest bê qebûlkirin. DÎMEN HEYE