Destûra pîrozbahiya Newrozê ya Tetwanê hat dayin 2021-03-16 16:40:36   BEDLÎS - Destûra pîrozbahiya Newrozê ya Tetwanê hat dayin. Tê plankirin ku Newroza li Tetwanê di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin.    Destûra serlêdana pîrozbahiya Newrozê ya li Tetwanê ku tê plankirin di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin, hat qebûlkirin. Endamên Komîteya Tertîpa Newrozê dan zanîn ku ew ê pîrozbahî li qada Fuara Tetwanê bê kirin. Parlamenterê HDP'ê Celadet Gaydali ew ê wekî axaftvan beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe. Her wiha Koma Jinên Azad û Talat Yeşil dê di Newrozê de derkevin ser dikê.