Li Cizîrê starta Newrozê hat dayîn 2021-03-16 15:47:58   ŞIRNEX - Li Cizîrê Komîteya Amadekar a Newrozê starta Newrozê ya ku dê 21'ê Adarê de bê pîrozkirin da.   Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê tekildarî pîrozbahiya Newroza ya dê bi dirûşma “Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” li Cizîrê bê pîrozkirin daxuyanî da. Daxuyanî li hewşa avahiya rêxistina HDP'ê ya Cizîrê hat dayîn. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozgûneş, rêveberên HDP'ê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.   Daxuyanî ji hêla Hevseroka Komîteya Amadekar a Newrozê Zîlan Ecevît ve hat xwendin. Zîlanê bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha got:"Li  Rojhilata Navîn Gelê Kurd bi hezaran salin Newrozê pîroz dike. Newroz li dijî zilmê serhildane. Newroz roja avakirina wekheviya gelan e.Em ê di bin her şert û mercan de, roja ku hêviyên ji bo gelê kurd geş dike, Newrozê pîroz bikin. Di salên 90'î de tevî hemû astengiyên dewletê  gelê me Newroz pîroz kiriye.Bi vê minesebetê em Newroza gelê xwe pîroz dikin.   Em ê Newrozê li Cizîrê li Qada Newrozê pîroz bikin. Em hemû gelê xwe vedixwînîn pîrozbahiya Newrozê. Newroz pîroz be."   Komkûjiya Helepçe neaht jibîrkirin   Piştre Parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr axivî û bal kişand ser Komkûjiya Helepçeyê. Nuran, destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke dîrokekî re derbas dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Beriya 33 salan pêşî neyarê gel li ser erdnîgariya Kurdistanê li Helepçeyê bi bombeyên kîmyevî ku avêtin pênc hezar mirov li Helepçeyê qetil kirin. Em vê komkûjiyê şermezar dikin. Komkûjiyên Roboskî, Şengal û Zîlanê jî ji ya Halepçeyê ne cuda ne. Piştî Komkujiya Helepçeyê ku 33 sal berê hat kirin şûnde gelek komkûjî li ser vî gelî pêk hatin û ev hemû jî berdewamiya wê komkujiyê ne. Li çar parçeyê Kurdistanê komkûjî pêk tên. Li çar aliyê Kurdistanê êrîşî nasname, vîn û hebûna kurdan tê kirin. Kurdistan di encama Peymana Lozanê bû çar parçe. Bi Peymana Lozanê ve êrîş, zext û komkûjî zêdetir bûn. Li ser axa xwe ji bo ku em jiyanek azad û wekhev bijîn em li ber xwe didin. Ji ber vê berxwedana xwe jî êrîşî me tê kirin. Em ê tu carî ji daxwaza xwe ya azadî û wekheviyê bernedin. Me komkûjiya Helepçe ji bîr nekir û em ê nedin jibîrkirin. Birînên Komkûjiya Helepçe hîn nehatine pêçan. Lêgerîna me ya ji bo edaletê dê berdewam bike. Heta kiryar neyên darizandin em ê dev ji vê dozê bernadin."   Herî dawî Parlamenterç HDP'ç Hasan Ozgûneş axivî û bi lêv kir ku Newroz cejna azadî, têkoşîn û wekheviyê ye û ev tişt got: "Bila hemû gelê me bi hemû coşa xwe li qada Newrozê be. Me li hemû navçeyan serlêdanên xwe kirine. Em ê li qada Newrozê agir geş bikin. Li hember zextan li ber xwe bidin."   'Bila tecrîdê bi dawî bikin'   Hasan, dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tendûrista Rêberê PKK'ê Abdullah OCalan û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Duh di medyaya civakî de li ser tendûristiya Birêz Ocalan parvekirin hatin kirin. Bi vê parvekirinê her wiha dixwazin coşa Newrozê lewaz bikin. Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Deh hezar kes Birêz Ocalan ji bo xwe wek vîn û rêber dibîne. Bi vê parvekirinê xwestin provakasyonê pêk bînin. Her çiqasî Serdozgeriya Komarê ya Bursayê rewş derewandibe jî gel ket nav fikaran. Bi salane li ser Birêz Ocalan tecrîdek giran tê meşandin. Parêzer nikarin hevdîtinê pêk bînin. Gelê kurd nizane ku aqûbeta  Birêz Ocalan çi ye. Ji ber vê yekê jî divê demildest hevdîtin bên kirin û daxuyanî bên dayîn. Her wiha ji aliyekî dinê ve jî bila vê tecrîdê bi dawî bikin û malbat hevdîtinê pêk bînin."   Daxuyanî bi dirûşma "Newroz Pîroz Be", bi pêxistina agirê Newrozê û bi gerandina  govenda li dora agar bi dawî bû.