Meclîsa Îştar: Em komkujiya Helebçeyê ji bîr nakin 2021-03-16 13:54:00     MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Mexmûrê bi daxuyaniyek nivîskî komkujiya Helebceyê şermezar kir û got: "Em weke Meclîsa Îştar van komkujiyan ji bîrnakin û nadin ji bîrkirin. Em ê li hemberî tu komkujiyan bêdeng nemînin.”   Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (MEXMÛR) bi boneye 33’emîn salvegera komkujiya Helebceyê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de komkujiya Helepçê hat şermezarkirin.     Daxuyaniya meclîsê wiha ye:   “Destpêka biharê bû, tenê ji Newrozê re çend roj mabûn, dagirkeriya Îraqê derbên giran xwaribûn, xwe ji derdora Helebceyê şûnde kêşabûn. Hêzên Îran a dagirker derbasî herêma Helebceyê bibûn. Ji ber ku li rexa hêzên Îranê hêzên pêşmerge jî xuya dikir, xuruşa di nava gelê Helebceyê de zêde bibû. Bayê azadiyê dihat. Her kes benda tiştên gelek xweşbûn. Her kesî bawer dikir wê ev Newroza 1988’an bibe Newroza azadkirina Kurdistanê.   Ji keyfa azadiyê şalûl û bilbilan dest bi wendina awazan kiribûn. Kevokan milê xwe didan hev li ser bajarê Helebceyê re difiriyan. Keskesorê her roj xwe berdida li ser bajarê Helebceyê. Êdî di nava kulîlkên biharê de dengê borîna berx û mihan cîhan dişarandin. Keçên hêja cil û bergên kesk, sor û zer ji xwe re didan dirûtin. Xortan jî amadekariyê pîrozkirina newrozê dikirin. Ezmanê Helebçe sahî, bêhna bihiştê diket pozê mirov. Dengên dirûşmeyên azadiyê bilind dibû. Di heman demê de Dehaqên demê gefên mirinê dikirin. Leşkerên Îranê ji tirsa gefan xwe şûn ve kişandibû. Hêzên hevkar yên ku xwe weke hêzên azadiyê didan zanîn, dest ji  Helebceya azadîxwaz berdidan, tu kes ji bo vî gelê birumet tedbirên ewlekariyê negirtibûn. Cîhana bêbext destûra qirkirinê dabû. Belê, pêşengên azadiyê ne di ferqa vê metirsiyê de bûn.   Bêhna sêvan dikeve pozên zarokên şêran, wisan dizanîn ev bêhn, bêhna bihara Kurdistanê ye û pê dilşadibûn. Lê mixabin ev bêhna xerdela Dehaqê demê Sedam bû û ji aliyê balefirên wî ve weke xelata Newroze hatibû avêtin. Helebce êdî ji dîrokê hatibû rakirin. Di nava kolanên wê de bi hezaran ciwan, zarok, pîr û kal bi êşa mirinê ketine xewa bêdawî. Landikên zarokan êdî bûne goristan. Bi hezaran birindar ji vî bajarî ber bi tixûbên dagirkeriya Tirk û Îranê ve direviyan.   Em hemû komkujiyên li ser Gelê Kurd hatîn kirin şermezar dikin. Di kesayeta Şehîdên Helebçeyê de tevahî şehîdên azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Em weke Meclîsa Îştar ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr van komkujiyan ji bîrnakin û nadin ji bîrkirin. Emê li hemberî ti komkujiyan bêdeng nemînin.”