Dê li Îzmîrê Newroz li Qada Gundogduyê bê pîrozkirin 2021-03-16 13:36:08   ÎZMÎR - Di civîna çapemeniyê ya bi beşdariya HDK, HDP, TJA û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê pêk hat de banga beşdariya pîrozbahiya Newrozê ya dê roja şemiyê li Îzmîrê bê kirin, hat kirin.    Bi munasebeta pîrozbahiya Newrozaê ya dê saet di 13.00'an de li  Qada Gundogduyê ya Îzmîrê bê kirin  HDK, HDP, TJA û Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xistin.    Aktivîsta TJA'yê Turkan Poyraz a di civînê de axivî wiha got:"Newroz dîroka tê jiyîn e. Hafizaya serîhildana hevpar e. Mizgîniya bihar, yekîtî û raperîna jinê ye."   Ayşe Yilmaz a li ser navê Meclîsa Jinê ya HDK'ê axivî wiha got ji bo gihaştina nifşên nû ya mîrateya ji Kawayê Hesinkar maye û têkoşîna li dijî Dehakan em banga beşdariya qadên Newrozê dikin.    Ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Behiye Yalçin Cejna Newrozê pîroz kir û Rahşan Demirel a di 21'ê Adara 1992'yan de bedena xwe da ber agir bi bîr anî. Her wiha Behiye bal kişand ser salvegera Komkujiya Helebceyê û wiha got:" Helebce rojeke reş e. Bi dehan mirov bi gazên jehrî hatin qetilkirin. Kesên di hembêza dayikên wan de zarokan dikujin em wan lanet dikin û em dibêjin ew ê agirê Newrozê li çar parçeyan geş bibe."   Ji Meclîsa Jinê ya HDK'ê Besriye Tekgur banga gelê Îzmîrê kir ku beşdarî Newrozê bibin.    Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Kadir Baydur hat xwendin.    Di daxuyaniyê de Komkujiya Helebceyê hat lenetkirin û di heman demê de çalakiyên grevên birçîbûnê hatin bibîrxistin û hat ragihandin divê tecrîd bi dawî bibe. Her wiha hat diyarkirin ku AKP-MHP  qeyranên ji aliyê hêzên hegemonîk ve li Rojhilata Navîn tên kûrkirin ji xwe re wekî fersendekê dibînin û bi şerê li ser kurdan didin meşandin dibe sedema cudatiya di nava gelan de.    Herî dawî hat gotin ku ew ê bi koda HES'ê derbasî qada Newrozê bê kirin û kesên kodên wan tune be jî ew ê di têketina qadê de jî alîkariya wan bê kirin. Ew ê parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Oluç beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin. Ji hunermendan jî Ayfer Duztaş û Arhatê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin.    Civîna çapemeniyê bi gerandina govendê bi dawî bû.