Parêzeran Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê carek din serlêdan kirin 2021-03-16 13:25:01   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi daxwaza ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn û ji ber ku serlêdana wan nehat bersivandin careke din serlêdan kirin.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Nevroz Ûysal, têkildarî angaştên li ser hesabên medya civakî yên derbarê muwekîlên xwe de duh bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Vê serlêdana parêzeran nehat bersivandin. Parêzeran îro careke din bi awayekî lezgîn daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Di serlêdana ku bi daxwaznameyê pêk hat de hat diyarkirin ku piştî hevdîtina herî dawî ya di 3’yê adara 2020’an de bi malbatê re hatiye kirin, di 27’ê nîsana 2020’an de bi telefonê bi birayê Ocalan re hevdîtin hatiye kirin. Parêzeran, destnîşan kir ku ji rojê ve hemû serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê û rêyên têkîlî danînê yên bi telefon û nameyan bi awayejî nehiqûqî ya hatine redkirin an jî bêbersiv hatine biştin.   Di berdewama serlêdana xwe de parêzeran bal kişand ser rewşa ji ber pandemiyê û dane zanîn ku pêkanînên şertên hovane yên tecrîdê, şertên giravê, girtina dema dirêj û şertên heyî qedexeya îşkenceyê bin pê dikin û li gel pêşniyarên CPT’ê yên vê derbarê de jî geşedaneke neyînî nehatiye dîtin.     Parêzeran di serlêdana xwe de têkildarî îdiayên li ser medya civakî yên derbarê muwekîlê xwe de jî ev tişt gotine: “Herî dawî di 14.03.2021’an de hin malperên nûçeyan û hesabên medya civakî, têkildarî jiyana muwekîlê me îdiayên cidî kirine. Bêguman şertên tecrîdê rê didin nûçeyan bi vî rengî. Lê ji bo ku ev îdia li ser me û malbatê bûne sedema gumanên mezin bên derbaskirin divê raste rast em hevdîtin pêk bînin. Di vê wateyê de divê demildest şertên hevdîtinê yên muwekîlê me yên malbat û parêzeran re bên avakirin û daxwaza me ya serdanê bê qebûlkirin.”    Her wiha parêzeran ji bo muwekîlên xwe yên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku bi Ocalan re li heman girtîgehê dimînin jî serlêdana hevdîtinê kirin.