ÎHD: Komkujiya Helebceyê roja qirkirina kurdan e 2021-03-16 11:13:52     ENQERE - ÎHD a ku bi munasebeta salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyanî da ragihand ku Komkujiya Helebceyê roja qirkirina kurdan e û got divê dewleta tirk vê qirkirinê nas bike.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi munasebeta salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:"Em Komkujiya Helebceyê lanet dikin. Divê merseleya kurd bi rêya aştiyane bê çareserkirin." Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di çarçoveya operasyona Enfalê de di serî de Helebce li bajarên kurdan Sedam Huseyîn qirkirinek pêk aniye û di operasyona Enfalê de di navbera 180 hezar û 210 hezar kurd hatine qetilkirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tenê bi çekên kîmyewî li Helebceyê 12 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.    'Roja qirkirina gelê kurd'   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êşa Helebceyê bi dawî nebûye û wiha hat gotin:"Wekî ÎHD'ê me roja 16'ê Adarê wekî 'Roja qirkirina gelê kurd' nas kiriye. Em daxwaz dikin ku dewleta tirk vê komkujiyê nas bike. Sûcên di çarçoveya operasyona Enfalê de hatin kirin qirkirin e. Iraq, Herêma Federe ya Kurdistanê, Norveç, Swêd, Îngîltere ev komkujî qebûl kirine naskirina dewleta tirk a vê komkujiyê dê girîng be. Em dîsa îktidara tirkiyeyê dawetî çareserkirina aştiyane ya mereseleya kurd dikin. Em kesên di çarçoveya operasyona Enfalê de jiyana xwe ji dest dan dîsa bi bîr tînin û em dibêjin êdî bila komkujî pêk neyên."