Li Mexmurê çalakiya birçîbûnê koma 45’emin dewir girt 2021-03-16 10:20:41     MEXMUR - Li wargeha Mexmûrê çalakiya gireva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatî destpêkirin, koma 45’emîn dewir girt.   Girtiyên zîndanên Tirkiyê û herêmê di 27’ê Mijdara 2020’î de bi armanca şermezarkirina zextên li girtiyan tên kirin û rakirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê çalakiya gireva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Li wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî di 18’ê Kanuna 2020'î de çalakiya gireva birçîbûnê bi pêşengiya Meclisa Îştar li saziya Malbatên Şehîdan hatibû destpêkirin. Çalakî îro ji aliyê koma 45’emîn ve hat dewrgirtin.   Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hat destpêkirin.   Li ser navê koma 44’emîn Buldan Gokalp destpêkê xêrhatina gel kir û wiha axivî: ‘’ Hevalên hêja gelê welatparêz weke tê zanîn ev çalakiya me ku demeke hatî destpêkirin ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmralî û azadiya fizikî ya Rêber Apo ye. Niha jî tê îdiakirin ku rewşa Serokê me li Îmralî ne başe, Rêber Apo ji bo me xeta sor e. Divê Gelê Kurd yê azadîxwaz li hemû deverên cîhanê rabe ser piyan û serî hilde.’’   Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ , ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.