Çalakiyên grevên birçîbûnê di roja 110'an de didomin 2021-03-16 10:09:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi dewirgirina koma 22'yemîn di roja 110'emîn de berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin ji aliyê koma 22'yemîn ve 110 roj in berdewam dike.    'Îda me dikin gûmanan'   Buroya Huqûqê ya Asrînê derbarê îdayên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Oclana ku di medya dijîtal de hatin parvekirin daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de hat gotin, "Derbarê îdayên ji bo Muwekîlê me yê li Îmraliyê ku demeke dirêj e em nikarin pê re hevdîtinê bikin em di nav hewldanan de ne û em her îdayê bi awayekî cidî dinirxînin."   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Nîsana 2020'î de bi rêya telefonê bi derve re têkilî daniye û di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin," Ji vê demê û pê ve me derfet nedît ku agahiyê werbigirin. Têkildarî jiyana Birêz Ocalan di 14'ê adara 2021'ê de li ser hin hesabên medya civakî yên anonîm hin îdîa hatin kirin. Demeke dirêj e ku em nikarin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê bibînin, lewma her îdîaya ku têkildarî wan tê kirin em bi cidiyeteke mezin lêkolîn dikin û hewldanên pêwîst di vê derbarê de dikin. Ev îdîayên ku dem bi dem tên kirin, em nizanin ji kîjan çavkaniyê tên, lê belê ji bo me ya girîng ew e ku ev îdîa bi rengekî rêk û pêk têkildarî Birêz Ocalan tên kirin. Bêguman sedema herî girîng a vê rewşê ew e ku li Îmraliyê tecrîdeke giran heye û hemû derfetên me yên agahîstandinê hatine birîn. Ji ber ku Girtîgeha Îmraliyê girtîgeheke welê nîne ku malbat û parêzer karibin bi rêk û pêk biçin bibînin û têkildarî tenduristî û mercên jiyanê agahiyan werbigire, ev îdîa dibin sedema fikarên mezin ku divê ji holê bên rakirin. Rêya bidawîkirina van fikaran jî ew e ku di dema herî zû de derfetên têkilî û pêwendiya bi Îmraliyê re bên afirandin.   Em bi israr dixwazin ku dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn ku bi tena serê xwe kiryareke xerab e û rêyên pêwendîdanînê bê afirandin ku fikarên li ser tenduristî û mercên jiyanê ji holê bên rakirin. Em careke din bang li rayedarên siyasî û îdarî hemûyan dikin ku dest ji vê cihêkarî û pratîka tecrîdê berdin ku li ser girtîgehekê û komek ji girtiyan ferz dikin. Em bang li rayedaran dikin ku bi berpirsyarî rabin, deriyên Girtîgeha Îmraliyê li kontrolê vekin, mafê pêwendîdanînê û serdanê yên qanûnî nas bikin."