Jinên siyasetmendar: Pêwiste parêzer û malbat biçin Îmraliyê 2021-03-16 09:45:34     MÊRDÎN - Jinên siyasetmendar ên Mêrdînê têkildarê parvekirinên di derbarê Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan de gumanên xwe anîn ziman. Jinan got pêwîste parêzer û malbat biçin Îmraliyê.   Beriya rojekî li ser hesabên medya civakî derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de parvekirin hatibûn kirin. Buroya Hiqûqê ya Asrînê jî têkildarê van parvekirinan daxuyanî da û bang li rayedaran kiribû ku bilez hevdîtinek pêkwere. Jinên siyasetmendar ên Mêrdînê jî têkildarê mijarê gumanên xwe parvekirin û gotin pêwîste bilez tecrîd were rakirin.   ‘Birêz Ocalan vîna gelekî ye’   Çalekvana Tevgera  Jinên Azad (TJA) Adile Kizilay di despêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî a ku ji 1999’an ve berdewam dike  û wiha got: “Demek dirêje birêz Ocalan di bin tecrîda girankirî de ye. Bi taybet piştî grevên birçîbûnê yên di pêşengiya Leyla  Guven de hatibûn destpêkirin şûn de çend hevdîtin pêk hatin. Ango hevdîtina dawî bi hênceta pandemiyê di 27’ê Nîsana 2020’î de bi riya telefonê pêk hatibû. Ev digihêje salekê ku bi tu awayî xeber ji birêz Oclan nayê girtin. Ji mafên xwe tê mehrumkirin. Hevdîtina birêz Ocalan a bi parêzêrên wî re ji tê astengkirin. Ocalan vîna gelekî û ya Rojhilata Navîn e.  Nêzîkatiyên bi vî rengî ne hiqûqî ne.”   ‘Bi bi lezgînî bersivekê bidin me’   Adîle di berdewamiya axaftina xwe de bal kişad ser  parvekirinên di derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatine kirin û wiha berdewam kir: “Parvekirinên ku hatine kirin me weke gelê kurd xistine gumanan. Em ji rayedaran bi lezgînî bersivekê dixwazin. Ger ku hevdîtin çênebe ango encamek nedin destê gelê wê sekin ji tune be. Ez bi taybetî jî bang li Gelê Kurd dikim. Niha dem dema serhildanê ye. Ger em bi hev re serî ranekin û nebêjin êdî bese wê sibe dereng be. Bidawîkirin tecrîdê bi yekbûna me û serîrakirina me pêkane.”   ‘Divê bersîvê bidin îdayên tên kirin’   Çalekvana TJA’yê Yasemîn Demîrkaya jî wiha axivî: “Îdayên ku di derbarê birêz Abdullah Ocalan de hatine kirin me tengezar dikin. jiyana birêz Abdullah Ocalan jiyana hemû gelên cîhanê ye. Îstismarkirina jiyana wî jî wê ji bo vî welatî bibe felaketek mezin. Divê ku bi lezgînî rayedar têkildarê mijarê daxuyanî bidin, parêzer û malbata wî biçe li Îmraliyê hevdîtina ku mafê wî ye pê re bikin.”   ‘Em van nêzîkatiyan qebûl nakin’   Rêvebira Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Qoserê Sebeh Kuday jî wiha diyar kir: “Tecrîda ku ji komploya navnetewî ve berdewam dike di van çend salên dawî de vegeriye rewşa xwe ya herî giran. Hevedîtina bi riya telefonê ku cara yekem bû pêkhat jî beriya salekî bû. Ji ber vê sedemê bi hezaran girtiyên sîyasî ketine greva birçîbûnê. Rexmê vê bersivek nehatiye dayîn ku parvekirinên di derbarê tendirustiya birêz Abdullah Ocalan de hatine kirin jî me dikin gûmanan. Em van nêzîkatiyan qebûl nakin û pêwîste hemû gelên Rojhilata Navîn bi vê yekê re rabin ser lingan. Pêwîste demlidest daxuyaniyek were dayîn. Ango pêwîste hevdîtinên bi parêzeran re û bi malbatê re werin kirin.”   ‘Divê piştgirî bidin grevên birçîbûnê’   Rêvebira HDP’ê ya bajêr Munevver Ulker jî bi van gotinan tecrîd şermezar kir: “Tecrîda girankirî a ku 22 salin berdewam dike, di salên dawî de her ku diçe girantir dibe. Piştî van gumanên me bi riya medya  dijîtal parvekirin hatin kirin. Em weke jinên siyasetmendar van nêzîkatiyên wan erê nakin. Pêwîste demlidest hevdîtinên fermî yên bi riya parêzeran tên kirinê pêk werin. Em li bendê ne ku têkildarê mijarê û rewşa birêz Abdullah Ocalan de agahî werin parvekirin. Herwiha ji bo tecrîd were rakirin bi hezaran girtiyên sîyasî ji 27’ê Mijdarê ve di greva birçîbûndê de ne. Ez dixwazim diyar bikim ku berxwedana wan berxwedanek ya di oxira demokrasiyê de ye. Pêwîste daxwazên girtiyan werin qebûlkirin û pêwîste gel tevahî jî ji bo bihîstina dengê gitiyan bikeve tevgerê.”   ‘Divê demlidest hevdîtin pêkwere’   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şukran Erol jî herî dawî wiha axivî: “Ev 22 salin rêberê gelekî tê xistin bin tecrîdê û di salên dawîn de jî ev tecrîd girantir bûye. Lewra hevdîtinên bi malbat û parêzeran re mafê mirovan e. Li her devera cîhanê jî wisa ye. Lê mixabin li Tirkiyê ev yek tune ye. Tecrîd û êrişa li ser birêz Oclan êrişa li ser me ye û hemû Rojhilata Navîn e. Ji ber îdayên ku tên kirine jî em pir tengezarin. Divê demlidest hevdîtinek pêk were.”